NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok, tevlî bernameya taybet a Radyo Dengê Welat bû. Xebat Andok, di derbarê Komploya Navneteweyî de axivî. Xebat Andok got, “Serokatî bûye sembola têkoşîna li hemberî modernîteya kapîtalîst û têkoşîna li hemberê qirkirinê. Di şexsê xwe de ev bi ser xistiye. Divê em jî di şexsê xwe de di her alî de bi ser bixin. Da ku karibin xwe li hemberî wan pergalên qirker xwe xilas bikin, jiyanê di çarçoveya cewherê azad, wekhev de ji nû ve ava bikin. Bi vê boneyê di serî de jin û ciwan, em bang li hemû kesan dikin ku ev têkoşîna bilindtir bikin, xurttir bikin, em qiyametê rabikin.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok wiha pirsên Dengê Welat bersivand:
Komploya Navneteweyî 15’ê Sibatê 23 sal li dû xwe hişt, kete sala 24’an. Di roja îro de wexta em lê dinirxînin, gelo komplo di encama stratejî û taktîkek çawa de pêk hat?
Di serî de em Komploya Navnetewî a li şexsê Serokatî de li hemberî hemû mirovahiyê de pêş ket em nalet dikin. Yê ev komplo kirin rûreşiya xwe diyar kirin. Bêguman li hemberî vê komployê di asta herî jor de berxwedanî çêbû. Bi dehan hevalên me di bin dirûşmeya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” de agir berdan bedena xwe û şehîd ketin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê xwe di dijmin de teqandin. Di pêşengtiya jin û ciwanan de gelê Kurd li Kurdistan, metropolan û derveyî welat seferber bû. Li hemberî Komploya Navneteweyî têkoşîn û berxwedanek hat meşandin. Di encama vê berxwedanê de bi dehan hevalên me û welatparêz şehîd ketin. Em hemû şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin, bejna xwe li hember sekn û bîranînên wan ditewînin. Soza serketinê dubare dikin.
Taktîka dijmin taktîka komployê ye. Di vê taktîkê de dek, dolap û xefik heye. Ev hemû taybetmendiyên desthilatdaran e. Ew li gorî taybetmendiyên çînî, îktîdarî tevdigerin û derewker in. Di belgeyên ku li ser Komploya Navnetewî de hatine derxistin jî eşkere dike ku nêzî 30 dewlet di çarçoveya komplogerî de tevgeriyane. Kêsên ku xwe wek dost nîşan didan piştre derket holê ku tu eleqeya wan bi dostbûyînê tine bû. Ew mirovên xayîn û derewker bûne. Di çarçoveya komplogerî de tevgeriyan, ev yek jî taybetmendiyên mirovên rûreş û desthilatdaran e.
Ev komplo di kîjan stratejî de çêbû? Ji ber çi pêş ket? Çima li hember Serokatiya me ev komplo pêş ket? Ev yek bi pirsgirêka Kurd ve girêdaye. Bi sekna Serokatî ve girêdayî ye. Gelek kes hene ku di bin Kurdetiyê de tevdigerin lê sibe heta êvarê hevkariya dijmin dike. Di sala 1998’an ku dema peymana Washington tê çêkirin aliyekî peymanê Qesra Spî aliyek jî siyaseta Başûrê Kurdistanê ye. Di komployê de hinek aliyên Kurd jî cihên xwe girtin. Komplo li hember Serokatî, tevger û gelê me pêk hat. Yê ku komplo pêş xist ne tenê dewleta Tirk bû. Di ser de agahiya wan jî pir zêde nebû. Ji ber ku komplo hêza dewleta Tirk derbas dikir. Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît jî anî ziman û got, “Me hîn jî fêm nekiriye Emerîka ji bo çi Abdullah Ocalan daye me.” Yê komplo pêş xist bi kordînatkirina Emerîka, bi îstîxbarat û plan kirina Îsraîl, Îngîlîstan, Yekîtiya Ewropa yanî komplo ji alî hêzên modernîteya kapîtalîst hat pêş xistin. Yê ku pirsgirêka Kurd kiriye girêk hêzên kapîtalîst in.
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn şûnde Rojhilata Navîn dizayn kirin û Kurd bê statu hiştin. Di bin lepê qirkirinê hiştin. Kurdistan kirin çar parçe û stratejiyek demdirêj danîn. Dema pêwîst xwe bispêrin pirsgirêka Kurd û mudahaleyê ku dixwazin karibin bikin. Li hemberî tehdîta Sovyetê pêşiya dewleta Tirk vekirin. Polîtîkaya qirkirina gelê Kurd erê kirin. Dewleta Tirk jî ji destî wî çi tê ji bo Kurdan ji holê rake, kir. Qirkirina Zîlan, Raperîna Şêx Saîd, Dersîm di vê çarçoveyê de çêbûn. Qirkirinê fîzîkî û çandî heta derketina tevgera me dewam kir. Bi derketina Tevgera Azadiyê plansaziya hêzên modernîteya kapîtalîst a di derbarê pirsgirêka Kurd de kete valatiyê. Wan hesap nekirî bû ku tevgerek bi vî awayî derbikeve. Di heman demê de dewleta Tirk piştî serhildana Agirî de got, “Êdî min pirsgirêka Kurd çareser kir, koka Kurdan qeland, serê wan hemûyan tewand, êdî carekî din nikarin serî rakin û bibin xwedî îrade.”
Piştre dîtin ku rêxistinek derketiye û li her dewerê Kurdistanê belav dibe. Vê yekê plansaziya dewleta Tirk jî guherand. Ji xwe re xeterî dît. Hêzên serdestên Kurd jî plansaziyên xwe guhertin. Dîtin ku di pêşengtiya Serokatî de PKK wek zarokekî gel, xîzan derketiye û xwe nesipart çînê jor, xwe sipart ruhê gel û civakbûyîn esas girt. Siyaseta ku heta niha destê tekelan de bû ji wan girt û da destê gel. Derketina Serokatî û PKK, hesap xira kirin. Hesabên ku li ser Kurdistanê hatibû kirin, ser û bin bûn. Serokatî û PKK ji bo wan hêzan bû pirsgirêk. Di derketina Serokatî, PKK heta roja me ya îro her xwestin ku Serokatî û PKK nav pergalî bikin. Yanî ji bo xwe bikin şîrik. Bikişînin nav pergala xwe û di demê de nav xwe de bihelînin. Serokatî ev yek qebûl nekir.
Piştî hilweşandina Sovyetê hêzên modernîteya kapîtalîst biryar dan ku mudexaleya Rojhilata Navîn bikin. Projeya mezin a Rojhilata Navîn dîzaynkirina nû a Rojhilata Navîn bi vî awayî di sala 1990’i şûnde plansaziyek danîn pêşiya xwe. Xwestin ku yên ji bo wan astengî derdixin tasfiye bikin. Rûxmê Sovyet hilweşiya jî Serokatî bi PKK re nûnertiya sosyalîzmê dikir. Ala sosyalîzmê bilinttir dikir. Ev yek bi pêşengtiya gerîlla dikir. Îspat dikir ku ne dema gerîllatiyê ne jî demê sosyalîzmê çûye. Vê yekê bandor li her derê cîhanê jî dikir. Nûnertiya sosyalîzmê bi pêşengtiya gerîllatî kirine. Hêzên modernîteya kapîtalîst ji bo xwe pirsgirêk didît. Dîtin ku eger pêşiya wê xetê, pêşiya Serokatî neyê girtin wê xeta Serokatî bi çanda Rojhilata Navîn re bibe yek û xwe di Rojhilata Navîn de belav bike. Ev yek jî wê bibe xeteriya herî mezin li hemberî modernîteya kapîtalîst. Li ser vî esasî hêzên modernîteya kapîtalîst beriya ku mudexeleya Rojhilata Navîn biryar girtin ku Serokatî tasfiye bikin. Ji ber vê yekê em dibêjin di komployê de rola diyarker rola hêzên modernîteya kapîtalîst e. Ne rola dagirkeran e. Serokatî jî dibêje role dewleta Tirk a pergala Îmralî de tenê rola gardiyantiyê ye. Serokatî kirin zindanekî ku kanûn û biryarên wî hemû di destê modernîteya kapîtalîstan e. Damezrandina wî pergalî bi vî awayî çêbû.
Derketina Serokatî derketina partiyê bû. Ev derketin bi xwe re pir hesap guherand. Her ku çû Serokatî bû hêvî û bû hêzek ji bo hemû bindestan, jinan, ciwanan û hemû azadîxwazan. Rojhilata Navîn û Kurdistan xwedî vê potansiyelê ne, ku li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst pergalên nû ava bikin. Hewldan pêşiya vê bigirin. Piştî Komploya Navnetewî şûnda mudaxaleya Rojhilata Navîn bi vî awayî kirin meriyetê. Çi kirin? Seddam kirin rojevê û li ser vî mudaxaleya Iraq kirin. Tiştê ku niha li Rojhilata Navîn çêdibin piranî wan bi vê yekê re girêdayî ye. Erdogan ev 20 sal in li ser desthilatdariyê ye, ev jî bi komployê ve girêdayî ye. Komplo li hemberî Serokatî de pêk hat û Serokatî wek rehîne dane dewleta Tirk, nû ve dîzayn kirina dewleta Tirk di çarçoveya şerê cîhanê yê sêyemîn de rol û mîsyon dane Erdogan. Du rol dane Erdogan û gotin: “Tu li Rojhilata Navîn îslama nerm pêş bixî, dewleta Tirk bikî dewletek modern, hemû Rojhilata Navîn em ê li gorî dewleta Tirk dîzayn bikin. Ya duyemîn jî tu yê koka PKK û Kurdê azad bikelînî ku ev fikir li Kurdistanê tasfiye bibe. Bandor li ser cîhanê û Tirkiye neke.” Dema em li rewşa niha mêyze dikin Erdogan di aliyê van her du erkan de jî bin ketiye. Ev nakokî û tangaziyên ku li gel hêzên navneteweyî jiyan dike ji ber vê sedemê ye. Erk û berbisyariyên ku dabûn ser milê wî, Erdogan sernexist. Nedikarî koka Kurdan bikelîne ne jî dikarî bibe minakekî îslama siyasî.
Komploya 15’ê Sibatê çiqasî gihîşt armanca xwe, ew stratejî û taktîka ku komplo pêşxist roja îro bi kîjan rê û rêbazên berdewam dike?
Hêzên komploger dema komplo pêşxist xwedî armancên pir mezin bûn. Destpêkê komplo li hemberê Serokatî pêş ket. Armanc kirin ku Serokatî tasfiye bikin. Bi tasfiyekirina Serokatî re hesap kirin ku PKK jî tasfiye bibe. Di ser de fikirîn ku piştî Serokatî PKK di nava 6 mehan de belav bibe. Di heman demê de hesap dikirin gelê Kurd wek îsyanên berê hatî jiyan kirin bê îrade, bê hêvî bikeve û xwe radestî pergala heyî bike. Ev hêviyên azadiyê ku şîn bûne, derketine bitefe. Bi vî awayî hesap dikirin. Bi awayekî giştî jî hedef dikirin ku di şexsê Serokatî û partiyê de stêrka temsîliyeta Sosyalîzma dike vemire. Ev yek ji bandorek mezin li ser giştî cîhanê bike. Piştî 24 salan dema mirov pêvajoya derbazbûyî mêze dike, mirov van tişta dibîne. Em dibînin ku komplo her çar aliyan de jî bin ketiye. Komployê xwe negihandiye armanca xwe.
Niha ev Serokê ku dixwestin tasfiye bikin, gelo Serokê ku hatî tasfiye kirine niha? Niha hem dostê Seroka hem jî dijminê Serok derbarê Serokatî de diaxifin. Ev Serokê ku dixwestin ji rojevê bikeve û tine bibe, hebûna xwe ya fîzîkî didomîne. Ev Serokê ku dixwestin milê îdeolojîk de tine bibe, niha hêza herî îdeolojîk a cîhanê ye. Hêza herî mezin a siyasî ye. Serokatî armanca desthilatdaran bi erdê re kiriye yek. Ji ber ku Serokatî tasfiye nebû hêza li hemberî komplogeriyê xwe da dît berxwedaniyek xurt kir bi vê ve girêdayî partiya Serokatiya me jî bi vî awayî tevgeriya. PKK sekna Serok ji xwe re esas girt. PKK jî li hemberî komplogera çarçoveya xeta fedaî de her awayî berxweda.
Yekbûna xwe parast û niha li gorî dema komployê zêdetir hîn bêhtir xurttir e. Niha tam bûye partiyek Kurdistanî. Her çar parçeyên Kurdistanê de partiya herî xurt PKK ye. Li Rojhilata Navîn tevgera xurt û tevgera herî zêde hêvî dide û herî zêde kes berê xwe dide PKKê. Niha bi hezaran hevalên me yên Erep çêbûne. Ji ber çi? Ji ber ku PKK tevgerek gelan e, ne tenê tevgera Kurdan e. PKK xwe da mirovbûnê, xwebûnê esas digire. Qasî xwebûnê ji bo Kurdan esas digire ji bo Eraban jî esas digire. Bi qasî xwebûnê ji bo jinan esas digire ji bo mêr jî esas digire. Mirovbûyînê, cewherbûyînê ji xwe re esas digire. Ji ber ev xeta îdeolojîk a PKK xîtabî her kesî dike. Her kes xwe di PKKê de dikare îfade bike. Ji ber vê yekê PKK di Kurdistan û Rojhilata Navîn de partiya herî xurt e. Di heman demê de hem Serokatî hem jî PKK li her devera cîhanê hindî diçe zêdetir tê naskirin. Ev tecrîda li ser Serokatî ev tecrîda li ser Tevgera Azadiyê hatî bû dayîn tê hilweşandin. Bi qasî mirov PKK û Serokatî nas dike, ewqas pê ve tên girêdan. Ewqas bername û îdeolojiya vê partiyê ji xwe re esas digirin. Ji bo vê yekê ev partiya digotin tê tasfiye bibe, tasfiye nebû. Her ku xwe berfirehtir kir, xurttir kir. Her ku çû di nava civakê de bi awayekî kûr belav bû.
Mirov dibîne ku armanca hêzên modernîteya kapîtalîst bi ser neketiye. Gelê Kurd ev komplo bi felaketa herî mezin binav kir. Li hember vê yekê ji refleksek pir mezin nîşanda kete di nava liv û tevgerek pir mezin û li ber xwe da, xwe şewitand, xwe ji bineyan avêt û xwe di dijmin de teqand. Bi sekneke fedaî tevgeriya. Di encamê de dema mirov lê temaşe dike ji ber ku Serokatî û PKK têk neçû, gelê Kurd jî li gorî pêşengê xwe tevgeriya. Roja me ya îro de civaka herî bi îrade û hêvî û xwe bi nirxê azadî, wekhêvî û bi edeletê girêdaye û vî çarçoveyê de tevdigere, ti bedel pêwîst bike dide civaka Kurd. Niha hem di Rojhilata Navîn de hem jî di cîhanê de civaka ku herî zêde ji bo civakên di dibe mînak civaka Kurd e. Civaka ku herî zêde tê lêkolîn kirin civaka Kurd e. Ev civaka ku dixwestin koka vî biqelînin çarçoveya polîtîkayên qirkirinê de tê bibin, bê îrade bikin û di nava pergala xwe de bihelînin civaka Kurd bû. Lê civaka Kurd di nava 24 salan de ev plansaziya hêzên komploger hemû ser û bin hev kirin.
Piştî Sovyetê dixwestin bi têkçûyîna PKK bi tasfiye kirina Serokatî ev hêviyên di derbarê sosyalîzmê de jî ji holê rabikin. Niha her ku diçe modernîteya kapîtalîst zêdetir di nava krîzê de ye. Ji ber ku hemû pirsgirêk di mêjiyê wan de derdikeve xwe nikarin bibin hêza çareseriyê. Niha ji bo çareserkirina van pirsgirêkan di şexsê Serokatî û partî de mirov dibîne. Mirovahî niha Serokatî û partî wek dermanê wan pirsgirêkan dibîne. Wek alternatîfa modernîteya kapîtalîst dibîne. Li ser vî esasî di hemû deverên cîhanê de destpêkê de bi pêşengtiya tevgera jinê hemû tevgerên sosyalîst û azadîxwaz we tekoşîna sosyalîzmê a li hemberî ez ezitiyê û îktîdarparêziyê a li hemberî dewletparêziyê didome. Mirov li vir de jî mêyze dike ku ev sekna Serokatî û partîyê bandorek ewqas netewî û herêmî kir. Ev tişt hemû nayê vê wateyê ku hêzên kapîtalîst dest ji komployê berdane. Ev tekoşînek e. Komploger plansaziyeke danîn ji bo ku serbikevin em ji li hemberî wê yekê li ber xwe didin û dibin xwedî plansaziyek cûda.
Li ser vî esasî tevî em dibêjin komplo me vê çarçoveyê de vala derxist lê komplo hîn jî didome. Dîsa heman êrîş li ser Serokatiya me heye. Agahiya kesî ji Serokatî nîne. Em tenê dizanin ku li ber xwe dide. Sekna Serokatî bi awayek ontolojîk seknek berxwedaniyê ye. Dewleta Tirk, Serokatî berpirsyarê her tiştî dibîne. Li ser vî esasî em dizanin li ser Serokatî zextek û êrîşek pir mezin heye. Hewildanên bê rûmet kirin, bê fonksiyon kirin û tasfiyekirinê didomin. Dîsa ji bo ku tevgera tasfiye bibe dibin koordînatkirina Emerîkayê û pratîzekirina dewleta Tirk û PDK’ê de bi her awayî komplo dewam dike. Ev komploya ku li Şamê hatibû destpêkirin niha dixwazin li Başûrê Kurdistanê temam bikin. Bi vî awayî tevgerê bi awayek giştî tasfiye bikin. Bi tasfiyekirina Serokatî û partiyê dixwazin ev polîtîkaya qirkirinê ku ev sed sal e li ser gelê Kurd tê meşandin dixwazin ser bixin. Bi vî awayî komplo li ser gelê Kurd didome. Dema Serokatî, partî û gelê Kurd tasfiye kirin ev yek ji bo hêzên azadîxwaz û sosyalîst, tevgerên jin wê bibe şikestinek. Ji ber vê yekê komploger bi awayek seferberî hîn jî dixwazin komployê serbixin.
Rêber Apo ji bo 15’ê Sibatê çima got Roja Qirkirina Kurd?
Komplo di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir û 15 Sibata 1999’an de merheleya yekem bi dawî bû. 15 Sibatê bi îsyana Şêx Saîd re girêdayiye ev dîrok. Roja cezaya îdamê dane Serokatî roja ku Şêx Saît hatî îdam kirin heman roj e. Dewleta Tirk her tiştê xwe sembolîk dike. Ev yek jî bi vî awayî pêk hat. Polîtîkayên qirkirinê ku 1924’an biryara vê hatî bû dayîn heta roja me ya îro jî didome. Di şexsê Serokatî de xwestin van polîtîkayên qirkirinê bi ser bixin. Serokatî nûnertiya azadî, tekoşîna gelê Kurd dike. Serokatî 15 Sibatê weke hewildana serxistina polîtîkayên qirkirina gelê Kurd girt dest. Gelê Kurd ji bo vê yekê bi vî şiklî bi nav kir. Gelê Kurd jî 15 Sibatê wek roja reş binav kir. Wek felaketa herî mezin binav kir. Sekna xwe jî li hember vî dest nîşan kir.
Rêber Apo girtîgeha Îmraliyê ji bo xwe veguherand dibistanekê. Ev yek bandoreke çawa li ser polîtîk felsefeya Rêber Apo kir? Her weha roja îro ev dibistana Îmraliyê bandoreke çawa li ser gelê Kurd, Tirkiyê, Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê dike?
Ev der zindanek taybet e. Wek mexber, tabûtê ye. Mala dijmin e. Ji bo Serokatî tine bikin her tiştî dikin. Serokatî ji bo vê yek got, “Li vê derê nefes girtin jî zehmet e.” Yanî cîhekî ku di vê astê xirab e. Bi awayek teqez ji bo ku Serokatî tasfiye bikin ev zindan hatiye çêkirin û cihekî taybet e. Cîhekî rizandin û pûçkirinê ye. Dîroka dewleta Tirk de jî kî kirine vê zindanê, tine kirine. Cîhekî wisa Serokatî ji bo xwe kir mektep. Ev yek bi sekna Serokatî ve girêdayî ye. Her kes zindanê bi heman şêwazî nanirxîne. Serokatî di mala dewletê de, tabûtekî de ji bo xwe wergerand dibistanekî û xwe ji nû ve ava kir. Ev çêkirina xwe jî siparte du tişta û got: “îrade û hêza zîhniyetê.”
Serokatî derfet neda ku kes wî çêbike, ev bi xwe xwe çêdike û xwe ava dike. Wê bi hêza zîhnî û sekna îradî çêdike. Bi sekna Serokatî re girêdayî Îmralî bûye mektep. Serokatî ev der ji bo xwe wek derfeta fikirinê, kûrbûnê, plan, proje û hûnandina xurt kirina îdeolojiyê bi kar anî. Li wê derê modernîteya demokratîk înşa kir. Jiyan dê çawa be? Mirov çi ye? Mirov divê çawa bijî? Jiyan çi ye? Mijarên felsefîk, îdeolojîk hemû bi awayek herî xurt li wê derê rêk û pêk bû, xwe gîhande sîstemek. Di encam de li îmraliyê ji bo hemû mirovahiyê mifteya çareserkirina pirsgirên heft hezar salî derket. Ev heft hezar sale mirovahî dinale. Ev heft hezar sale mirohî hevdû dixwe. Mirov xwezayê dixwe. Ez ezitî hildaye diçe. Serokatî ev hemû tespît kirin, ev çima wisa ye? Çareserî dê çawa bibe? Mirovahî di çarçoveya kûral û kaîdeyên xwebûyînê xwezatiya xwe wê çawa bijî? Jiyan dê çawa were înşa kirin? Ev bindest li hemberê serdestan li hemberê sîstema hiyeyarşiya mêrê desthilatdar wê çawa xwe ji nûda înşa bike û vegere cewhera xwe? Serokatî hemû bersivên pirsan li wê derê anî ziman. Ev mifteya destpêkê daye destê PKK, gelê Kurd, Rojhilata Navîn û daye destê mirovahiyê, jin û ciwanan û dibêje, kerem bikin eger hûn dixwazin pirsgirêka çareser bikin, hûn dixwazin mahkûmê modernîteya kapîtalîst nebin di çarçoveya azadiyê, wekheviyê de hevdû temam kirine de bijîn, çareserî ev e.
Ev yek di halê heyî de encama bi xwe re derdixîne. Ev sekin û berhemên îdeolojîk bû sedem ku PKK xurt bibe. Tevî hemû êrîşan eger ku mîlîtanên PKK têk naçin, nexwe îrade û baweriya wan xurt e. Bi awayek giştî jiyanê de serkeftî ne. Gelê Kurd li ser wî esasî bûye xwedî îrade. Êdî bê plan, proje, bê pêşeng nîne. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn êdî rê û rêbaz ketiye destê wan de. We bi çi bernameyê tekoşîna xwe li hemberî desthilatdara bikin diyar e. Jin di kîjan rêbazî li hemberî mêrê desthilatdar li ber xwe bide, diyar e. Mêrê desthilatdar de çi rê û rêbaz dest ji mêrbûna xwe berde diyar e. Ji bo hêzên sosyalîst bi çi rêbazî li ber xwe bidin ev jî diyar e. Serokatî çarçoveya giştî daniye tişta dikeve li ser milê PKK, hêzên azadîxwaz sosyalîst û şoreşgeran ev e ku hundirê wê dagirin û xurt bikin. Komplo bi vî awayî bin ket. Ev Serokê ku dixwestin tine bikin bû Serokê cîhanî.
Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo gelê Kurd û dostên gelê Kurd li her derê çalakiyên xwe bilindtir dikin. Ev çalakiyên ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo tên lidarxistin hûn çawa dinirxînin?
Li devera çalakî tên kirin û her ku diçe ev çalakî xurttir dibin. Wan çalakiya bi rêzdarî silav dikin. Em baş dizanin ku Rêber Apo tenê fîzîkî ne azad e. Rih, mêjî, hestî wî bi her awayî azad e. Eger ku azad nebûya heta niha li wê derê hatibû tasfiyekirin. Mirov dikare bibêje li ser rûyê erdê mirovê herî azad Serokatî ye. Ji ber ku li hemberî dijminê herî mezin hêza herî xwînmêj wek dewleta Tirk li ber xwe dide. Serokatî di mala wan de ye sekneke wisa raber dike ku nikarin teslîm bigirin. Berovajî vê Serokatî bandor li ser wan dike. Sekna herî azad ev e. Ji wê mezintir sekn nîne. Em wek mirovên ji derve çi mîlîtanên PKK dibe çi dost be çi welatparêzbin gerek em bigirin dest. Dibe ku milê fîzîkî de em azad in lê rihê me çiqas azad e? Serokatî li mala dijmin de heft kat ji bo vî tedbîran digirin ji bo ku peyvek neçe derve. Em ji dervene sibe heta êvarî her tiştî dikin çima em nikarin dijmin bê bandor bikin? Çima xeteriyan ji bo dijmin nikarin derxin? Di sekna me de pirsgirêk heye. Ji bo vê yekê dema em çalakiya dikin, çalakî ji bo Serok e an ji bo me ye tevlîhev dibe. Ya rastî em çalakiyan ji bo xwe dikin. Destpêkê de em dixwazin tecrîda li ser Serokatî bişke û bi awayek fîzîkî azad bibe ku em ji nêrînên Serokatî zêdetir sûd werbigrin. Pêwîstiya hemû mirovahiyê bi Serokatî heye.
Serokatî di şexsê xwe de modernîteya kapîtalîst têk biriye. Dewleta dagirker a sed salî li hemberî Serokatî têk çûye. Serokatî di got: “Kêsên ku li derve ne bila zêde xwe azad hesap nekin. Ez derve wekî zindanek hîn mezintir difikirim.” Gelo li derve jiyan çiqas azad e? Mirovên ji derve çiqas xwe azad hîs dikin? Mirovên ku niha dijîn li pey çi ne? Xwe çiqas dikin hêza çareseriyê? Çiqas hest û fikir heye. Ev mesele serî heta binî meseleyek felsefîk û îdeolojîk e.
Eger em dixwazin jiyanek azad, wekhev jiyan bikin divê em vê jiyanê ava bikin. Mirovên ku pey xwebûna xwe, demokrasî, civakîbûyînê ne û ji bo wê yekê divê li ber xwe bidin, têbikoşin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê zêdetir bikevin nav liv û tevgerê. Yê ku Serokatî digire modernîteya kapîtalîst divê em wê têk bibin. Divê em dewleta Tirk a dagirker têk bibin. Em ê çi awayî têk bibin em ê bi çalakiyan têk bibin. Divê em qiyametê rabikin. Heta em wan têk nebin, wek şehs wek millet em aram nabin. Li cihekî desthilatdar hebe, dewleta Tirk hebe aramî nîne, faşîzm û qirkirin heye. Mirovên li ser xwebûnê, azadiyê tevdigerin nikarin bi van tiştan re bijîn. Ji bo vê yekê jî em kesên ku doza azadiyê û xwebûnê dikin. Ji bo ku em jiyanê azad, wekhevtir bikin, ji bo em jiyanê ji desthilatdariyê, cînsparêziyê, serdestî û bindestiyê xilas bikin divê em zêdetir li ber xwe bidin. Em berxwedanî ji bo me hemûyan pêwîst dike.
Serokatî bûye sembola tekoşîna li hemberî modernîteya kapîtalîst û tekoşîna li hemberê qirkirinê. Di şexsê xwe de ev bi ser xistiye. Divê em jî di şexsê xwe de di her milî de bi ser bixin. Da ku karibin xwe li hemberî wan pergalên qirker xwe xilas bikin, jiyanê di çarçoveya cewherê azad, wekhev de ji nû ve înşa bikin. Bi vê boneyê di serî de jin û ciwan, em bang li hemû kesan dikin ku ev tekoşîna bilindtir bikin, xurttir bikin, em qiyametê rabikin.”