REQA – Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî ev daxuyaniyek da û wiha got: “Hêzên Antîteror li bajarokê Hezîme yê Reqayê gumana kesekî madeyên hişbir difiroşe, kir û piştî liv û tevgera wî şopand, roja pêncşemê (17 Sibat) ew girt.
Di heman demê de gelek alav û madeyên pê re bûn, desteser kirin.
Di lêpirsînê de kesê sûcdar îtîrafa firotina madeyên hişbir kir. Li ser vê yekê radestî dozgeriya giştî hate kirin da ku li gorî qanûnan were darizandin.