STENBOL – Ciwan û jinên ciwan ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê di salvegera komploya navneteweyî de di serî de li çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye, Ewropa û gelek deverên cîhanê daketin qadan.
Ciwan û jinên ciwan îsal hêrsa xwe ya li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ve daketin qadan.
Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz bi rojan e li dijî komployê gele çalakiyan li dar dixin. Îro jî ciwan û jinên ciwan li gelek navçeyên Stenbolê pankartên li dijî komployê daliqandin.
Ciwan û jinên ciwan pankartên bi nivîsên “Hûn nikarin Rojê Me Tarî Bikin”, “Bimre Komploya 15’ê Sibatê” û “Bê Serok Jiyan Nabe” daliqandin.