SILÊMANÎ – Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê wê Beşa Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Koye bi hevkariya Komisyona Ziman a Kongreya Netewî ya Kurdistanê komxebatek berfireh a navneteweyî tê lidarxistin. Wê di komxebatê de li ser rewşa niha ya zimanê Kurdî û astengiyên li pêşiya wê were axaftin.
Sibe bi boneya 21’ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê wê Beşa Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Koye bi hevkariya Komisyona Ziman a KNK’ê komxebatek berfireh a navneteweyî li ser zimanê dayîkê, rewşa niha û astengiyên heyî lidardixe.
Wê komxebat di saet 09:00’an de li Salona Serokatiya Zanîngeha Koye destpê bike heta saetên êvarê berdewam bike.
Panela yekem wê li ser rewşa zimanê Kurdî ji aliyê Hîwa Selam Xalid ve were birêvebirin.
Panela duwem wê li ser astengiyên li pêş zimanê Kurdî û çareseriya wê, ji aliyê Mamosta Mijde Ebas ve were rêvebirin.
Panela sêyem wê li ser peywendiya ziman, werger û medyayê ji aliyê Mamosta Telar Sebah ve were rêvebirin.
Wê di van panelan de 10 mamostayên zanîngehê û akademîsyen bejdarbin. Wê piştre jî mafê axaftinê bi bejdarvanan were dayîn û ew jî nêrîn û têbîniyên xwe bînin ziman.
ÇAVKANÎ – ROJNEWS