TIRBESPIYÊ – Ji bo şervanê QSD’ê Xidir Cûma El Hemîd ku di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bû, merasîmeke girseyî hate lidarxistin.
Merasîm li Şehîdgeha Şehîd Dilşêr a li gundê Dekrî yê Tirbespiyê pêk hat û şêniyên Tirbespiyê û Çilaxayê jî tevlî bûn.
Di destpêka merasîmê de endamê rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê Mihemed Zekî Îbrahîm axivî û fedekariyên şehîdan ji pêkanîna ewlehî û aramiyê silav kir.
Îbrahîm îşaret bi girîngiya yekitî û hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got berxwedana gelên herêmê ji bo pêkanîna jiyaneke azad û bi rûmet, hemû êriş û komployên li ser herêmê têk birin.
Ji fermandarên QSD’ê Mihemed Zêdan axivî û got: “Berxwedana şervanan û fedekariya şehîdan li pêşiya planên vejandina DAÎŞ’ê bûn bendeke asê û cîhan ji gefa DAÎŞ’ê parast.”
Li ser navê malbata şehîd Ebdullah El-hemîd soza şopandina rêya şehîd ji bo parastina destkeftiyên herêmê heta gihaştina serketinê, da.
Di dawiya merasîmê de, wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbeta wî hate kirin. Girseya gel Şehîd Xidir Cûma El-Hemîd li goristana şehîd Dilşêr veşart.