NAVENDA NÛÇEYAN
Yeko ARDIL nivîsand —
Di ser wê roja bêyom û bêbext re 23 sal derbas bûn. 15’ê Si- bata sala 1999’an ji bo her Kurdek weke mîladek e. Belê ez vêna weke îdiayeke qewî dibêjim ku çi ji bo yên dilsoz û alîgir û çi jî ji bo yên qaşo bêalî û li hember ji bo her kesî ew roj gelekî girîng e.
Di ser wê roja bêyom û bêbext re 23 sal derbas bûn. 15’ê Si- bata sala 1999’an ji bo her Kurdek weke mîladek e. Belê ez vêna weke îdiayeke qewî dibêjim ku çi ji bo yên dilsoz û alîgir û çi jî ji bo yên qaşo bêalî û li hember ji bo her kesî ew roj gelekî girîng e.
23 sal ne hindik e; zarokên ku di wî salî de hatin dinê niha serdema ciwaniya xwe dijîn, gelek yên nav- sere êdî li vê cîhanê nînin, bi heza- ran cangorî bê yî ku azadiya rêberê xwe bibînin axa sar hembêz kirin. şitlên ku di wî salî de hatin çandin niha bûne devî û devî jî bûne dar.
Yek ji wan dilsojên doza azadiya Kurdistanê jî nivîskar û rewşenbîrê hêja apê Haydar Işik bû. Mixabin wî jî derd û kulên xwe, xem û janên xwe bar kirin û koça dawiyê kir. Ji bo her Kurdek ew roj xwedan serpê- hatî û çîrokek e.
Gava serokê Kurd gav avête axa Romayê û ew nûçe li cîhanê belav bû, ji bo Kurdan û dostên wan ser- demeke dîrokî jî dest pê kir. Li ali- yekî nezelaliya rewşa wî û li aliyê din jî hêviya ku şaristaniya Ewrû- payê rêyek li pêş pirsgirêka Kurd veke di nav hev de mabûn. Kurdan Roma vegerandin qadeke pîroz. Heta wê roja kambax a ku agahiya derketina birêz Ocalan a ji Îtalyayê belav bû jî ew hêvî û rewşa şêlû ber- dewam bû. Li gel dijwariya mercên heyî jî serboriya jiyana rêberê Kurd a ku ji nav gelek tengasî û ji devê gelek kendalan karîbû xwe û tev- gera xwe rizgar bike û wan mercên dijwar vegerîne destkeftên dîrokî di- kir ku hêviya gel her zindî bimîne. Lê di wê sibeha bêyom a ku gurên devbixwîn xwe ji bo xwarina bede- nên mirovan amade dikirin de ew- rên reş û tarî jî li ser asîmanê welatî perdeya reşbîniyê dişidandin.
Ew roj li welatê ku ji bo dewleta dagirker mîna mêtîngehek kar dikir jî bi hezaran Kurd li ser piyan bûn. Li navenda Bûkreşê bi sedan kes ku di nav wan de kal û pîr, zarok û ci- wan jî hebûn, ji bo xwe gihandina rêberê herî dawî amade bûn. Lê desthelata xwe firotî ya Romanyayê destûr neda. Bi dehan Kurd ji ber derbên bêbext di nav xwîna xwe de gevizîn. Daxwaza Kurdan ew bû ku qet nebe rê li ber barbariyekê bigi- rin. Ango mecalê nedin ku rêberê wan bi awayekî hêsanî ji holê rakin.
Lê li pêş çavên cîhanê Kurdên bê desthelat û mezlûm bûn hedefa bombeyên gazê û copên polîsan.
Gava dûmana bombeyan û co-pên wan ji ser gel qut bû. Kurd li ber ekranan bûn nobedar. Ji bo agahi- yek piçûk û xebereke xêrê ji mirinê re jî amade bûn.
Di wê kêliyê de nivîskarê gorbu- huşt Haydar Işik behsa hevdîtina bi Ocalan re dikir. Wekî di serî de jî me behsê kir. Ew roj ji bo her kesî xwe- dan çîrokek an jî gelekî çîrokan e. Yek ji wan dîmenên di serê min de jî ew e.
Nivîskarê Kurd piştî gelek hevdîti- nên bi sîyasetmedar û gelek rayeda- rên Ewrûpî re diçe cem Ocalan û jê re behsa kombûn û hevdîtinên xwe dike.
Yek ji wan rayedarên payebilind rasterast ji Işik re wiha dibêje:’Birêz, hûn Kurd di demeke pir kin de gelek tiştan dixwazin û ew jî ne pêkan e. Binêrin cihû 2 hezar salan li dinê bê dewlet man, di encamê de niha li ser axa bav û kalên xwe azad in. Hûn jî bixebitin, belkî hûn ê jî bigihi- jin asta cihûyan.’
Û Işik wiha rewşa birêz Ocalan a wê kêliyê rave dikir.‘
Ji nişkeve birêz Ocalan rabû ser xwe, di nav oda teng de çû û hat. Di ber xwe de wiha got, yanê wisa ha! Yanê ji me re dibêjin hûnê 2 hezar salan li benda azadiyê bin! Na. Na..Em vê qederê bi ti awayî qebûl nakin.’
Piştre Ocalan di encama hevpey- maneke kirêt de esîr ket. Lê weke wî berê jî gotibû. Esaret jî ji bo têkoşînê ne asteng bû. Gotina wî ya: ’Em di nav gorê de jî bin, emê bi rista xwe rabin.’ Dihat bîra gelekan.
Yên li benda teslîmbûn û belav- bûna tevgerê bûn, pişta stûyê xwe xwirandin. Li hember dîrokê şermîn derketin. Çawa ku di hind serpêhati- yên olî de kurên pêxemberan jî bi wan bawerî naynin û dikevin rêyên şaş, birayê Ocalan bi xwe jî dev jê berda û ji nav refên têkoşînê bazda. Lê dilsoz û hezkiriyên wî gelek bûn. Asta têkoşînê her çû bilind bû. Li gel nîzama dij – Kurd a cîhanî jî tevgerê karî xwe xurttir û ala liberxwedanê jî bilindtir bike.
Di salvegera 23’an a esareta birêz Ocalan de ku apê Haydar vê rojê nedît de dîsa gelê Kurd û dostên wî li qadan bûn.
Rast e ji bo Haydar Işik nebû qismet ku azadiya rêberî, serfira- ziya Dêrsimê û tevahiya Kurdis- tanê bibîne lê hêviya ku wî bi tê- koşîn û qelema xwe afirandî rê nîşanê me dide. Her wisa birêz Ocalan di dilê gelê xwe de mîna findeke bêdawî ye.
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA