SILÊMANÎ – Li Zanîngeha Silêmaniyê bi hilawistina kefiyên mamostaya girtî Zara Mihemed roja zimanê dayîkê hat pîrozkirin.
Li Zanîngeha Silêmaniyê jinên ciwan bi boneya roja cîhanî ya zimanê dayîkê çalakiyek li darxistin.
Jinên Ciwan li salona zanîngehê li ser kefiyên mamostaya zimanê Kurdî Zara Mihemed ku li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejima Îranê ve hatiye girtin, tîpên zimanê Kurdî, navê Zara Mihemed û çend dirûşmên din nivîsandin.
Zara Mihemed kiye?
Zara Mihemed li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber zarokan fêrî zimanê Kurdî dikir, 5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Zara Mihemed di 8’ê Çileya 2022’an de hate girtin û xistin girtîgeha Sineyê.