MOSKOF – Di salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de bertekên Kurdan û gelên cîhanê ranawestin.
Bi taybet di pêşengiya ciwanên Kurd de, di meha Sibatê de ku di heman demê de meha komployê ye jî çalakiyên cuda hatin lidarxistin û ev çalakî berdewam dikin.
Ji bilî çalakiyên ku tên lidarxistin, li gelek deverên cîhanê gelên ku bi fikrên Rêberê Gelan naskirine li dijî esaret û tecrîdê jî dengê xwe bilind dikin.
Welatiya Rûs Tatyana ji ajansa me re axivî û nêrînên xwe yên li ser Rêberê Gelan parve kir.
Tatyana ku eslê xwe Rûse wiha got:
Rêber Abdullah Ocalan, bi tevî cîhanê ji bo gelek mirovan simbola cesaret, exlaq, bêtirsî û rûmetê ye. Bi vê tecrîd û iskenceya di hepsa tirka da, hewl didin tevgera gel, a ku li hember zext û faşîzmê rabûye bê serî bihêlin, hewl didin navê mirovê, ku ji bo vejîna gel re rêbertî kiriye, ji holê rakin. Hewl didin ku , civaka ku di rêya tékoşîna demokrasî û wekhevîyê de, demoralîze bikin.
Ji xwe dewleta Rûsya jî , PKK’ê wek tevgereke terorî qebûl nake. ji ber ku, berxwedana gel, ya ji bo mafê xwe têkoşîn dike, mafekî biheq e.
Kal û bavên me jî li hember faşîzmê şer kirin, ku cudahî û bêedaletîya netewî û olî nexin nav civakê. Divê sîyaseta faşîzm û zextan bê şermezarkirin.
Azadî ji bo rêberê gelan re!