NAVENDA NÛÇEYAN – 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê bi esasî Roja Tevgera Zimanê Zikmakî ye. Di dîrokê de ev roj ew roj e ku gelê Bangladeşê ji bo xwendina bi zimanê xwe yê zikmakî bedelên giran dan û bi saya têkoşîna dijwar ku dayî bi ser ketin.
Zimanê zikmakî nasnameya her zindiyekî gerdûnê pêk tîne. Bi polîtîkayên qirkirina ziman ên bi sedsalan hatine meşandin, tê xwestin gelê Kurd di qirkirinê re derbas bibe. Bi şoreşa ku îro li Rojava pêk hatiye, gelê Kurd ji perwerdeyê heta tenduristiyê di her qada jiyanê de bi zimanê xwe yê zikmakî diaxive. Her wiha me bi ciwan û jinên ciwan re li ser girîngiya zimanê dayikê axivî.
Nêrînên ciwanan wiha ye:
Ji bajarê Dirbesiyê me. Ez di refa dehemîn de me. Di 21‘ê mehê de ,em dixwazin ku roja salvegera zimanê yê dayikê ye. Zimanê me yê dayikê,ji roj roja xwe de dewlemend e. Lê dewletên dagirker dixwestin zimanê me yê dayikê bin pê bikin.Lê zimanê me yê dayikê ,beriya pirtûka avesta , bi hezarên sala hebûna xwe bi rêya devokî parastiye.Piştî pirtûka avesta jî, bi rêya nivîskî hebûna xwe berdewam kiriye. Lê Piştî ku dewletên dagirker Kûrdistan kirin çar perçe, xwest zimanê me yê dayikê bin pê bikin.Lê em weke ciwan,em zimanê xwe yê dayikê hertim diaxvin,jibo zimanê me yê dayikê bin pê nebe. Weke ku em dizanin ku salvegera zimanê me yê dayikê ye û her sal em zimanê yê dayikê pêş bixin ,em dewlemend dikin. Weke di her çar perçê Kûrdistan de ,em dixwazin zimanê me yê dayikê belav bibe. Zimanê Kûrdî ,zimanê dayika me ye. Her sal em dixwazin zimanê xwe yê dayikê pêş bixin, dewlemend bikin. Hersal pîroz be zimanê me yê dayikê.
Dembaş. Navê min Fera Heblo ye. Ez ji Birkînêsê me. Ji medresa Roza Cûdî me. Ez dixwazim li ser zimanê Kûrdî biştexilim û ez Roja zimanê dayikê û zimanê me yê Kûrdî,li mamostê xwe û li hevalê xwe gelekî pîroz dikim. Ez bihêvî me, ev ziman berdewam be û em tê de serkeftî bin û emê bixwînin. Ez dixwazim liser têkîliya di navbera ziman û wêje yê de biştexilim.Ziman û wêje weke dû masîya ne. Di nava kûrahiya deryayekî de, bi hevre şa dibin. Bandora ziman, li ser yekitîya û nirxê netewî û civakî û dîrokî heye. Ger ziman têk biçe , wê nirx jî têk biçe.
Ez Rewşen Metini me. Ji bajarê Dirbêsiyê me. Dibistana Roza Cûdî me. Di refa dehan de me.Ez dixwazim jibo cejna zimanê Kûrdî tiştekî bi kûrtasî bibêjim. Ziman, hêzê ava dike, hêz jî ziman ava dike. Ziman tiştek jî ji nîşan û sembolan û yek jî amûrên zanistê ye. Di nava civakan de giringtirî, rêbazekî gihandin û danustandinê ye. Bê ziman, bê çalakî em mirov ne temamin.
Navê min Eyup Asim Ehmed. Ji bajarê Dirbêsiyê me. Ji bo em zimanê xwe biparêzin,wek berê zimanê me di zilm gelek ser hebû ,di dema bav û kalikê me ,zilm gelek liser zimanê me de hebû. Em dixwazin zimanê xwe biparêzin û em di dibistanê de weke zimanê xwe dixwînin,fêr dibin.Em dikarin zimanê xwe biparêzin. Wek gotinek heye ku dibêje ”Zimanê beyanî, cil û bergê me ye, Zimanê Kûrdî, laş û çermê me ye“. Em dixwazin em gelek şagirtan, em zimanê xwe fer bibin û em zimanê xwe biparêzin.