SILÊMANÎ – 18’ê Sibatê de li taxa Kurdsat ya Silêmaniyê jina bi navê Şinyar Huner dema di mal de razayî bû, hevserê wê neftê bi ser de kiribû û agir pêxistibû.
Ji wê demê ve Şinyar di nexweşxaneya şewatê ya Silêmaniyê de dihat dermankirin. Lê vê sibehê Şinyar mir.
Şinyar temenê wê 21 sal bû, dayîka du zarokan bû û ji sedî 85’ê bedena wê şewitî bû.