WAN – Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Wanê (ARSÎSA) bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê şahiyek li dar xist. Şahî li eywanek dawetê ya li bajêr pêk hat. Parlamenter û rêveberên HDP’ê, Dayikên Aştiyê, rêveberên DBP’ê û gelek kes beşdarî şahiyê bûn. Di dawiya bernameyê de belgeyên serkeftinê dan xwendekarên ku asta destpêkê temam kirine.
‘EM LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ASÎMÎLASYONÊ DERKEVIN’
Di bernameyê de ewilî Rêveberê ARSÎSA’yê Mûrat Sekmen axivî û destnîşan kir ku li dijî zimanê kurdî polîtîkaya qirkirinê û asîmîlasyonê tên birêvebirin û wiha got:
“Em li dijî vê polîtîkayê têdikoşin. Divê em van polîtîkayan pûç bikin. Divê polîtîka li dijî asîmîlasyonê rabe. Têkoşîna ziman rûmetek mezin e. Divê tevahiya sazî û dezgehên gelê kurd xwedî li kurdî derkevin. Pêwîste em zarokên xwe bişînin kursên zimanê kurdî.”
Di şahiyê de helbest hatin xwendin. Pişt re belgeyên serkeftinê dan şagirtên xwe perwerdehiya xwe ya asta yekemîn temam kirin. Şahî li ber strandina xwendekaran bi dawî bû.