QAMIŞLO – Pirtûkxaneya gerok ya ciwanan îro di roja xwe yê sêyemîn de li bajarê Qamişlo bi dawî bû.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, û derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê, ji lîsta terorê dest bi pirtûxaneya gerok û komkirina îmzeyan ve kiribûn.
Îro jî ev komxebata ciwanên şoreşger û jinên ciwan ve li bajarê Qamişloyê bi awayekî serkeftî bi dawî bû. Ciwan û jinên ciwan ve bi şîara “Bê serok jiyan nabe” têkoşîna xwe yên li qadan bilind dikin.
Herî dawî jî ciwanan dan diyar kirin ku, heya komplo têk neçe û PKK’ê ji lîsta terorê dernekeve, emê jî dev ji qad û têkoşîna xwe ya azadiyê ve bernedin.