NAVENDA NÛÇEYAN – Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn piştî ku serxwebûna Donetsk û Luhanskê nas kir, dema ku wê Konseya Ewlehiya ya Neteweyên Yekbûyî wê biciviya Rûsyayê operasyona leşkerî li ser Ukraynayê da destpêkirin.
Pûtîn got plana wan ne e we ku Ukrayna dagir bikin lê ew dixwazin Ukrayna bêçek bikin.
Ji bilî paytex Kîevê li bajarê herî mezin ê duyan Kharkîv û Kramatorskê, li Dîepr, Donetsk, bajarên peravê Marîoupol û Odesayê jî teqîn çêbûn.
Artêşa Rûs ragihand ku wan baregeh û baregehên berevaniya ezmanî ya Ukrayna rûxandine. Wezaretê got, ”Avaniya leşkerî ya baregehên ezmanî ya hêzên çekdar a Ukraynayê hate rûxandin. ” Wezaretê her wiha got, ”Tesîsên berevaniya ezmanî ya hêzên çekdar ên Ukraynaye jî hatine rûxandin.”
Di navbeyna Komara Donetskê û artêşa Ukraynayê de jî li hemû eniyan şer heye Li gorî ajansa nûçeyaa Interfaxê bi her cure çekan şer heye.
Sererkaniya Giştî yê Ukraynayê ragihand du gundên di kontrola Luhanskê de bi dest xistine.
Artêşa Ukraynayê ragihand li herêma Luhanskkê 5 balafir û helîkoptêrek şikandine.
Rûsyayê jî diyar kir ti balafira leşkerî nehatiye şikandin û Ukrayna li derewê qeliband.
Wezareta Karûbarê Navxwe ya Ukraynayê got, ”Em dikarin êmin bin ku bi sedan leşkerên Ukraynayê bi moşekên Rûs hatine kuştin.” Lê ji bilî vê texmînê ji hêla fermî ve ev nehate piştraskirin.
Serokkomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî bang kir ku cîhan ‘koalîsyona dijî Pûtîn” ava bike û zor li Rûsyayê bike ku ‘were ser aştiyê’. Zelenskî piştî hevdîtina bi rêveberên Emerîka, Ingilîz û Elman got, ”Niha em koalîsyoneke dijî Pûtîn ava dikin.”
Ajansa nûçeyan a Rûsya TASS îdîa kir li gel teqînan jî gelê li herêma Donetskê aram e û ti panîk li nav gel nîne.
Serokê DYE’yê Joe Bîden diyar kir, ew ê ”destekê bidin Ukrayna û gelê Ukraynayê” û got, ”Ji mirin û hilweşandina ji ber vê êrîşê tenê Rûsya berpirs e. Cîhan wê ji Rûsyayê hesab bipirse.”
NATO biryar a ku bi lezgînî bicive. Sekreterê Giştî yê NATO’yê Stoltenberg got, ”Di vê rewşa kambax de em li cem gelê Ukraynayê ne.”
Serokwezîrê Kraliyeta Yekbûyî Borîs Johnson li ser Twîtterê got, ”Serok Pûtîn bi êrîşa bêsedem a li ser Ukraynayê rêya rijanina xwînê û hilweşandinê hilbijart.”
Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyan û Serokê Konseya Ewropayê Chales Mîchel got, ”Em dixwazin ku Kremlîn hesab bide.”
Sekreterê Giştî yê NY’yê bang li Moskowê kir ku ‘bi navê mirovahiyê’ dev ji êrîşê biqere.