HESEKÊ – Yekitiya Jinên Ciwan xebatên xwe ên perwerdê didomînê. Piştê êrişa DAIŞ ê li Hesekê taybet bi pêşengtiya Jinên Ciwan de ewlehiya bajar hatîbû girtin.
Li ser vê esasê Yekitiya Jinên Ciwan tim û tim perwerdeyên leşkerî ên fêrbûna sîlahan da destpêkirin û dehan jinên ciwan di van perwerdeyan de derbas bûn.
Herî dawî li Til Mecdela Hesekê nêzî 30 jinên ciwan perwerdeya çekan a parastina cewherî ya 4 rojan dîtin. Di pêrwerdê de bikaranîna gelek çekan hate dayîn. Berpirsyarên perwerda jinên ciwan diyar kirin ku di vê erdnîgariyê de tu jin dê bê perwerda xweparastinê nemîna. Armanca wan eve, ji ber vê yekê dê perwerdeyên wan bidomin.