NAVENDA NÛÇEYAN –
- Beriya bi çend rojan careke din me dît ku serokên başûrê Kurdistanê Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî bi rayedarên dewleta Tirk re civiyan.
Beriya bi çend rojan careke din me dît ku serokên başûrê Kurdistanê Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî bi rayedarên dewleta Tirk re civiyan. Ev hevdîtin jî li Elmanyayê pêk hat. Dema ku li Elmanya bi wezîrê şer ê dewleta Tirk re rûdiniştin, li Başûrê Kurdistanê jî dagirkeriya eskerên Tirk hebû. Eskerên Tirk li herêma Metîna rê girtibûn û destûr nedidan ku gundî biçin gundê xwe. Bêguman wateyeke vê hebû. Barzanî li Elmanya bi Hulusî Akar re rûniştibûn û eskerên dagirker jî li ser axa pîroz a Kurdistanê bûn. Gelo çima destûra wê dane û ji bo vê yekê çi bazarî kirine ? Encama wê jî wê di demeke kin de xuya bike.
Lê tişta ez dixwazim bi taybet li ser bisekinim, dijminatiya PDK’ê ya li Kurdan e. Gelo çima ewqasî zerarê dide Kurdan? Tevî ku navê wê partiya demokrat a Kurdistanê ye jî, ji partiyeke demokratîk û Kurdistanî zêdetir weke partiyeke malbatî desthilatdarî tim di destê malbata xwe de hiştiye û di siyasetê de jî tim li cem dijminên gelê Kurd cihê xwe girtiye. Her çiqasî gelek kesan bi baweriya parastina berjewendiyên gelê Kurdistanê alîgiriya wê kirin jî, Rêveberiya PDKê bi rejîma Saddam, Îran û Tirkiyê têkîliyên stratejîk çêkir û li her çar aliyên Kurdistanê bû xwedî siyaseteke li dijî berjewendiyên gelê Kurd. Dijminatî li partî û hêzên Kurdî kir. Rêveberiya PDK’ê heta niha jî vê siyaseta xwe didomîne.
Hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re ne îro ye. Dîrokeke wê ya kevin heye. Hem li cem dagirkeran cih girtiye, hem jî li dijî partiyên din ên Kurdan şer kiriye. Bi rejîma Îranê re li dijî PDK Îranê şer kir. Yek ji lîderê PDK-Îranê Silêman Muînî û çend serkirdeyên partiyê qetil kirin. Li dijî Îbrahîm Ehmed, Celal Talabanî û polîtbûroya berê ya partiyê êrîş pêk anîn û kirin ku ew biçin Îranê. Li dijî hêzên Dr. Qasimlo şer kirin.
Hevkarî bi Saddam re kirin.
Rêber Apo PDK’ê dişibîne rewşa CHP’ê ya di dema damezrandina komara Tirk de; “Çawa ku piştî belavbûna Osmaniyan, Ataturk û hevalên wî di berdêla dayîna Balkanan, Ege, Derya Spî, Mûsil-Kerkûkê de bi komareke mînîmalîst razî bûn, PDK jî di berdêla destberdana ji Kurdistanê de, ji dewleteke biçûk a Başûrê Kurdistanê re xwe razî dike. PDK, hê di dema damezrandina xwe de bi hêzên emperyalîst re peymaneke bi vî rengî îmze kiriye.”
Eger em hinekî din biçin kevin, em ê li rewşa Melle Mistefa Barzanî binêrin. Mele Mistefa Barzanî di wasiyeta xwe de digot: ” Komara Tirk dostê me ne. Destûr nedin ku yek fîşek jî li dijî Tirkan were bikaranîn. Her kî bi wan re dijminatiyê bike, di heman demê de ew dijminê me ye jî.” Her wiha di sala 1968’an de nameyek ji serokomarê wê demê yê Tirk re şandibû û digot “Em zarokên Osmaniyan e.” Lê gelek kes vê yekê nizanin. Lewma jî hem li Tirkiyê û çar aliyên Kurdistanê hezkirinek mezin ji bo Mele Mistefa heye. Ev hezkirin hê jî heye, lê yên ku di pey wî re hatin navê Mele Mistefa û partiyê xerakirin. PDK’ê di salên 1980’yî de jî nedixwest ku PKK dest bi şerê gerîla bike. Di salên 1990’î de li dijî PKK’ê şer kir. Heman şer li dijî YNK’ê jî meşand.
Hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re îro jî di meriyetê de ye. Ji bo berjewendiyên xwe hiştin ku gelek deverên başûr têkevin bin kontrola hikûmeta Iraqê. Hukûmeta Iraqê vê carê jî biryar daye hukûmeta başûr petrolê nefroşe Tirkiyê. Jixwe dehê salan bi awayekî neqanûnî petrol firotiye Tirkiyê. Ev gavên ku Barzanî tavêjin statuya hukûmeta herêmê jî dixe xeteriyê. Ji bo berjewendiyên xwe axa pîroz a Kurdistanê pêşkêşî dagirkeran dikin. Gelê Kurd ku bi salan êş kişandiye, komkujî û enfal dîtiye wê heta kengî xwe li wan ragire gelo ? Ma heta heta wê çawa wan qebûl bikin ? Pêdivî bi guhertinê û mejiyek nû heye. Ew zihniyeta ku welatê me talan dike divê biçe.
Aslan Aslan/Yenî Ozgur Polîtîka