RIHA – Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji bo di dozê de edale pêk were ji 9’ê Adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê pêk tînin. Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 354’emîn de berdewam dike.
Hat zanîn ku cara 14’emîn bi hêceta “heqaret li Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye” derbarê Emîne Şenyaşar a ku nêzî salekê ye daxwaza edaletê dike hat destpêkirin.
Ferît Şenyaşar têkildarî nobeda ku digirin de axivî û got nobeda wan di bin “zilmê” de didome û behsa qetlîama li ser malbata wî pêk hat kir. Şenyaşar destnîşan kir ku heta edalet bicih were dê ji ber edliyê venqetin.
Şenyaşar da zanîn ku bi îdiaya dayika wî li Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye cara 14’emîn derbarê wê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û got:
“Duh dîsa gazî dayê kirin ku biçe midûriyeta polîsan îfade bide. Ev lêpirsîna 14’emîn e ku derbarê dayê de hatiye destpêkirin. Dayê li vir wek ‘rêxistinek sûc’ tê dîtin. Daxwaza dayê tenê ew e ku edalet pêk were û lawê wê bi biryarên siyasî girtî ye were berdan. Wek din tiştek din naxwaze. Xwestina edaletê dibe sûc. Her hefte derbarê dayê de lêpirsînek didin destpêkirin.”