NAVENDA NÛÇEYAN – Fermana operasyona li ser Ûkraynayê di 24’ê Sibatê de hate dayîn. Artêşa Rûsyayê diyar kir ku 11 qadên hewayî jî di nav de 74 tesîsên leşkerî û 18 pergala radara hewayî îmha kirine.
Serokkomarê Ûkraynaye Volodîmîr Zelenskî jî diyar kir herî kêm 137 kes mirine, 316 kes birîndar bûne û ji artêşa xwe xwest bila derbên giran li hêzên Rûsyayê bixin.
Wezareta Parastinê ya Ukraynayê li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku leşkerên “dijmin” li navçeya Obolonê ne, ku 9 kîlometre dûrî avahiya parlamentoyê ya li navenda bajêr e.
Rayedarên Ukraynayê bang li gel kirin ku molotofan çêbikin da ku xwe biparêzin. Ji wan hat xwestin ku baldar bin û ji malên xwe dernekevin. Ji kesên din jî hat xwestin ku biçin stargehan.