ANTALYA – Li Kampusa Zanîngeha Akdenîzê komeke nijadperest di 22’yê Sibatê de êrişê xwendekarê kurd kiribûn û li Botan Artûç, Hatîce Tong û Fevzî Aka dabûn. Xwendekarên ku li nexweşxaneyê hatibûn dermankirin, giliyê êrişkaran kiribûn. Tevî giliya xwendekaran jî êrişkar nehatin binçavkirin.
Di navbera xwendekarên kurd ên rastî êrişê hatin û kesekî ku hat diyarkirin di nav koma nijadperest de cih digirt duh rageşî derketibû û kesê nijadperest reviyabû. Li ser gilîkirina vî kesê reviyayî Fevzî Aka û Mîr Hasan Yildirim ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Xwendekarên îro birin dozgeriyê hatin berdan. Hat hînbûn ku derbarê xwendekaran de bi îdiayên “gef” û “heqaretê” kirarî hatine kirin.