NAVENDA NÛÇEYAN – Di Parlementoya Baskê ya herêma xweser a Îspanyayê de têkildarê rewşa Kurdan civînek hat lidarxistin. Di civîna ku li Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Baskê hat lidarxistin de Eyyûb Dorû nûnertiya Kurdan kir.
Di civînê de ku nûnerên partiyên Bask jî amade bûn, rewşa giştî ya Kurdan hate gotûbêjkirin. Li ser rewşa Rojava û hevdîtinên berê yên di navbera dewleta Tirk û PKK’ê de nêrîn hatin dayin.
Nûnerê Kurd Eyyûb Dorû da xuyakirin ku di hevdîtinê de rewşa girtiyên siyasî û derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ ya Yekîtiya Ewropayê jî hatiye axaftin. Partiyên wekî Bîldû, Îzqûîerda Ûnîda û Podemos nêrînên xwe yên ku divê PKK ji lîsteyê bê derxistin anîn ziman.
Li gorî Dorû, wan tekezî li ser wê yekê kirin ku divê aliyên din bi giştî ji bo diyarkirina mafê çarenûsa gelê Kurd û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd çareseriyek bê dîtin.
Dorû da zanîn ku ev cara sêyemîn e ku li Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Baskê hevdîtinên bi vî rengî pêk tînin û diyar kir ku parlamenterên BASK’ê ji bo naskirina Rojava pêşniyarnameyek pêşkêşî meclîsê kirine. Dorû diyar kir ku ji bo vê pêşniyarnameyê ji hemû partiyan piştgiriyê dixwazin.