NAVENDA NÛÇEYAN – Desthilatdariya AKP-MHP’ê pêkanînên xwe yên êşkenceyê yên li dijî girtiyên siyasî yên li girtîgehan didomîne.
Siyasetmedar Alp Altînors, Bûlent Parmaksiz û Îsmaîl Şengul ên ji doza Kobanê hatin girtin û li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 ya Sîncanê tên ragirtin, li girtîgehê rastî muameleya xirab hatin. Siyasetmedarên girtî yên ku agahî dan parêzerên xwe ku îro çûn serdana wan, diyar kirin ku di 23 û 24’ê Sibatê de li qawîşa ku lê diman de bi ser wan de girtine û lêgerîn hatiye kirin.
JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞÊ PÊŞNÛME
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Mûazzez Orhan Işik, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş ên giran, siyasetmedarên Kurd Aysel Tûglûk, Hasan Alkiş, Înayet Mete û Gorgîn Oktar û ji bo raya giştî agahdar bike serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê da. Işik her wiha pêşnûme pêşkêşî Wezareta Dadê kir.
Işik di daxwaznameya xwe ya ji Wezareta Dadê re ev pirs kir:
“* Di navbera salên 2015-2022’an de li girtîgehên Tirkiyeyê hejmara miriyan çende? Hûn ji mirina van girtî û mehkûmên ku bi tendirustiya baş ketine girtîgehan lê cenazeyên wan derketî ji aliyê siyasî ve hûn xwe berpirsyar dibînin û hûn plan dikin ku îstifa bikin?
* Hûn ê dawî li polîtîkaya şandina girtiyên nexweş ên giran ku dema bên ber mirinê ji bo nexweşxaneyê bînin?
* Çend mehkûm li girtîgehên Tirkiyeyê hene ku di raporên tenduristiyê de nexweş in? Çend ji wan jin, astengdar û ji 65 salî mezintir in?
* Ji bo girtî mayina girtiyên ku piraniya jiyana xwe di girtîgehê de derbas kirine û niha pêwîstiya wan bi lênêrînê heye, bi pençeşêrê û nexweşiyên bi vî rengî yên giran ketine, çi hincetên qanûnî hene?
* Di şert û mercên Koronayê û girtîgehê de ji bo girtiyên nexweş û nexweşên giran xizmeta tenduristiyê çawa tê dayîn?
* Ji bo parastina mafê jiyanê ya nêzî 600 girtiyên nexweş ên giran ku piraniya wan înfazên xwe qedandine, ji bo taloqkirina ceza an jî bendên din ên kontrola edlî gelo wê însiyatîfa wezaretê hebe?
* Prensîba Rêgezên Girtîgehê yên Ewropayê ya ku dibêje “Çawa ku pêvdiya mafên mirovan ji bo her kesê ku ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin heye divê li hemberê wê rêzdarî jî hebe” ji bo girtiyên nexweş ên giran derbasdar e?
* Kîjan şertên xala 16. a zagona hejmar 5275 yên ji bo girtiyên nexweş ên giran nayin pêkanîn? Hejmara nexweşên giran ên girtî û mehkûmên ku tevî van şertan nehatine berdan çend e?
* Ji aliyê Wezareta we ve ji bo berdan û berdana girtiyên nexweş xebatek tê kirin?
* Ji sala 2020’an û vir ve derbarê mirina 102 kesên di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane gelo we lêpirsînek daye destpêkirin?
* Ji bo parastina mafê tenduristî û jiyanê ya Aysel Tûglûk a ku nexweşiya demanse heye û her ku diçe nexweşiya wê girantir dibe, hûn ê ji bo ku cezayê wê taloq bikin an jî wê serbest berdin hewldanekê bidin destpêkirin?
* Ma hûn ê ji bo parastina mafên tenduristî û jiyanê yên Hasan Alkiş ê ku bi nexweşiyên dil û tansiyon û her wiha Nexweşiya Behçet / Stenoza Pişikê / Reflu / Bronşîta Kronîk / Lîthîasîs Chole / Depresiyona Kronîk (Dysterîa) heye, gelo hûnê ji bo ku cezayê wî taloq bikin yan jî berdin hewldanekê bidin destpêkirin?
* Ma hûn ê ji bo parastina mafên tenduristî û jiyanê ya Înayet Mete ku gelek nexweşiyên wê yên kronîk li gel nexweşiyên dil û sîroz heye û nexweşiyên wê girantir dibin, hewldanekê bidin destpêkirin û cezayê wê taloq bikin an jî serbest berdin?
* Ma hûn ê ji bo parastina mafên tenduristî û jiyanê ya Gorgîn Oktar ku bi nexweşiya Fnomotorax ya Spontan, pişik, dil, nexweşiya şekir, werîsê damaran, werimîna laşê wî û nexweşiya Koah û Behçet heye, hewldanekê ji bo cezayê wî taloq bikin an serbest berdin bidin destpêkirin?”
MAFÊN TENDURISTIYÊ TÊN BINPÊKIRIN
Yek ji girtiyên ku di Tebaxa 2021’an de ji Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1’ê ya Bûca Kiriklarê hat kirin, Metîn Toprak, duh bi rêya telefonê bi birayê xwe Nezahat Toprak re axivî û binpêkirinên mafan anî ziman. Toprak ku 27 sal in di girtîgehê de ye, diyar kir ku ew bi 2 kesên ku 10 roj berê bi vîrûsa koronayê ketine di heman hucreyê de hatibûn girtin. Toprak, anî ziman ku nikarin derman ji rêveberiyê bigirin û got ku duh piştî ku rewşa hevalê wî giran bû rakirin nexweşxaneyê û hucreyên wî hatin guhertin.
Nezahat Toprak, destnîşan kir ku li hemberî girtiyên ji Kirikkaleyê hatin sirgûnkirin ‘helwesteke taybet’ tê raberkirin û diyar kir ku birayê wî hem ji mîdeyê xwe nexweş e û hem jî bi koronayê ketiye. Toprak her wiha ragihand ku tedawiya ku li Kirikkaleyê ji bo mîdeyê hatibû destpêkirin li Bûcayê hat astengkirin.
Toprak got, “Kuxîna wî ne giran bû. Lê di qirika wî de xitimîn hebû. Got ku bi zehmetî ji nav nivînan derdiket û pir xwêhdan dida. Qet nikarîbû bilive. Piştî ku test erênî bûn, daxwaza wan a çûna nexweşxaneyê nehat qebûlkirin, derman jî nehat dayîn. Bi vî rewşî odeyên xwe guherandine.”
ÊŞKENCEYA DAYINA GOTINA ‘SİRÛDA NETEWEYÎ’!
Mahîr Ada ku di sala 2014’an de dema xwendekarê Beşa Aboriyê ya Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn bû hat destgîrkirin û girtin, ji doza bi îdiaya “endamtiya rêxistina terorê” 12 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ada ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Kayserî Bûnyan girtî bû, di vê pêvajoyê de sirgûnî gelek girtîgehên cuda hat kirin. Dayika Ada Yeter Ada behsa binpêkirinên mafan ên kurê wê li girtîgehê pê re rû bi rû hatiye kir.
Ada got, “Kurê min ji min re got ku gardiyanên li girtîgehê zextê li wan dikin û gotine ‘Hûn ê weke leşkeriyê sibeh û êvarê Sirûda Netewî bixwînin. her wiha got ku girtiyan jî li hemberî van pêkanînan derketin û li ber xwe dan. Kurê min got, dema ew Sirûda Netewî negot, ‘li erdê kaş kirin’ û ‘Peîn li wan xistin’. Kurê min got ku ew di qawîşên xwe de rihet nehiştin û got ku pêvajo veguherî serdema darbeya 12’ê Îlonê.”
Ada her wiha diyar kir ku lêgerîna tazî ya li ser girtiyan û bi sînordarkirina mafê wergirtinê pirtûk û cil û bergên wan nayê dayîn.
Ada, anî ziman ku girtî li ber xwe didin û wiha got: “Kurê min destnîşan kir, ‘em vê çewisandinê qebûl nakin, ji ber ku em gotina wan nakin dikin hucreyên yekkesî’. Mafê telefon, hevdîtin û derketina hewşê ji destê wan tê girtin. Kurê min got ku ew ê li hemberî van hemû zextan li ber xwe bidin.”