COLEMÊRG – Li Geverê Ciwanên Welatparêz li dijî komploya navneteweyî û tecrîda girankirî li ser dîwaran wêneyên Rêberê Gelan û ala PKK’ê xêz kirin.
Li Geverê, li ser gelek dîwaran Ji aliyê Ciwanên Welatparêz wêneyê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatin çêkirin.
Li Taxa Orman a navçeya Gever a Colemêrgê li ser gelek dîwaran wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û alaya PKK’ê hatin xêzkirin. Wêneyên Rêber Ocalan li jora dîwar hatine xêzkirin û ji gelek deverên taxê ve xuya dike.