NAVENDA NÛÇEYAN – Serokdewletê Ukraynayê Volodymyr Zelensky li gel pêşvehatina leşkerên Rûs jî sond xwar ku li Kîevê biîne. Zelensky vîdeoyek weaşdn û got, ”Em hemû li vir in, leşkerên me li vir in, welatî, civak, em hemû li vir in, ji bo serxwebûna xwe, dewleta xwe biparêzin.”
Zelensky got ew bi Serokê DYE’yê Joe Bîden re li ser alîkariya parastina Kîevê ya Emerîkayê û koalîsyona dijberiya şer axivîne.
Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Guterres jî bi teklîfa ku Konseya Ewlehiyê êrîşa Rûs a li ser Ukrayna şermezar bike civiya. Guterres piştî civînê got, ”divê leşker vegerin qijleyên xwe.”
“Li Kîevê pevçûnên dijwar”
Artêşa Rûsya kete Kîevê. Tê diyarkirin armanca artêşa Rûs ku ji rojavayêbakur û rojhilatê ketin bajêr dixwazin bajêr bi dest bixin. Ajansa nûçeyan a Rûsya Interfax ragihand yekîneyên Rûs bajarê Melîtopolê yê Ukrayna bi dest xistine.
Her wiha hate gotin Rûsyayê gelek personelên dîplomatîk ên li rojavayê Kîevê şandine Lvîvê û hewl dide ku leşkeran li Lvîvê deyne.
Moskowê ragihand hêzên Rûs Balafirxaneya Gostomelê bi dest xistine û paytexta Ukrayna ji aliyê rojava ve bloke kirine.
Alîkarê Serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê Dmîtry Medvedev got dagirkerî, ”Heta encamên ku Pûtîn behs dike werin bidestxistin wê bidome.”
“Piştgiriya leşkerî ji Ewropayê ji Ukraynayê re”
Zelensky xwest ku hêzên Rojavayî li ser mijara alîkariyê bilezînni û zêdetir desteka artêşê bidin. Bîden ferman da Wezareta Karûbarê Derve ya Emerîkayê ku bihayê 350 milyon dolar çek ji Ukrayna re bişînin.
Holandayê ragihand wê 200 moşekên balafirşikên ên Stîngerê bişînin Ukranayê. Hikûmeta Çekya jî pejirand ku bihayê 8,6 milyon dolar çek bişînin. Fransa û Rûsyayê ragihandin li dijî dagirkeriya Rûs bi armanca paratsinê teçhîzata leşkerî bişînin.
Berpirsê Hêza Bejahî ya Ingilîz, Alîkarê Weîz James Heappey got hedefên di destpêka dagirkirinê de hatine danîn yek jê jî pêk nehatiye.