STRASBÛRG :
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Tekoşer ên li Strasboûrg û Villiers le Bel a Parîsê li dijî êrîşên faşîstên Tirk ên piştî ku polîsên Fransî li ser Navenda Civaka Demokratîk girt li banliyoya Drancy ya Parîsê meşek protestoyî li dar xistin.
Ciwanan di çarçoveya çalakiyên bêîtatiya sivîl de danê êvarê li Gare de Strasboûrgê hatin cem hev, pankarta “Em polîtîkayên faşîst ên polîsên Fransa yên li dijî Kurdên li Drancy qebûl nakin û şermezar dikin” vekirin.
Di meşê de bê navber dirûşmên ” Assassin Erdogan” (Qatil Erdogan), ““A Bas Le Regime Fasciste En Turquie (Bimre faşîzma rejîma Tirk) û “Bijî Serok Apo” berz kirin
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat xwestin ku divê demildest dewleta Fransa dawî li siyaseta xwe ya qirêj a li dijî Kurdan bine.
PARÎS
Polîtîkaya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li dijî Navenda Civaka Demokratîk a Drancy, li banliyoya Vîllîers Le Bel a Parîsê hatin protestokirin.
Endamên TCŞ’ê yên danê êvarê li îstasyona trenê ya Villiers le Bel li hev civiyan, pankarta ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî‘ û alên PKK û TCŞ’ê hildan.
Çalakî bi qadî nîv saetê li taxan dom kir.