ŞEDADÊ – Bi sedan şêniyên herêma başûrê kantona Hesekê cenazeyên 3 şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD); Teysîr Ehmed El-Xelef, Hîşam Xelef El-Hisên û Cemîl Ayid El-Heşîm li goristana şehîdan a navçeya Şedadê veşartin. Her sê şervan li bajarokê Hecîn ê Dêrazorê şehîd bûbûn.
Girseya gel cenazeyên şehîdan ji Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirt û ber bi goristanê ve ket rê.
Li goristanê ji fermandarên Polîsên Leşkerî yên QSD`ê Xelîl El-Mater axivî û got: “Şehîdan ji bo rûmeta me û ji bo rizgarkirina axa me canê xwe feda kir. Heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî em dev ji berxwedan û têkoşîna xwe bernadin. Em ê tola şehîdên xwe hilînin.”
Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Elaa El-Selûm axivî û berxwedana QSD`ê û fedakariyên şervanan ji bo parastina destkeftiyên gelên herêmê silav kir.
Piştî bidawîbûna axaftinan, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Deham El-Ferec wesîqeyên şehadeta her sê şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.
Di dawiya merasîmê de, cenazeyên her sê şehîdan hatin veşartin.