HELEB – Tevgera Jinên Ciwan a Helebê bi hatina 8’ê Adarê re çalakî li darxistin.
Îro li Helebê ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan (TJC) ve, semînerek derbarê koletiya jin û civakê de hate dayîn. Di naveroka semînerê de jin çawa têkoşîn bike, û xeta têkoşîna Sara û Zîlanan di 8’ê Adarê de çawa bilind bikin hat nîqaş kirin.
Piştî semînerê du sinevizyon hatin temaşekirin. Sinevizyon derbarê nirxandinên Rêberê Gelan ya ji bo jin, û ji bo danasîna roj û girîngiya 8’ê Adarê ve bû. Bi siloganên “Jin Jiyan Azadî” çalakî bi dawî bû.
Herwî dawî jinên ciwan dan diyarkirin ku wê di roja 8’ê Adarê de careke din têkoşîna jinê zindî bikin.