MINBIN – Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar, bi rêze çalakiyan xebatê xwe bi awayekî domdar didomînin.
Di çarçoveya rêze çalakiyên Roja Cîhanî ya Jinan de, Yekîtiya Jinên Ciwan li Minbic û gundewarê wê, roja Sêşemê di 1’Adarê de, 2 kon li navenda bajêr vegirtin. Di nava van konan de, xebatên weke pêşengeha pirtûkan, tiştên ku bi dest hatine amade kirin û soretê şehîdan ve derket pêş. Ev xebat xwe bi tevlîbûna hejmareke jin, jinên ciwan ên xwandekar yên girêdayî bajarê Minbic, Meclîsa jinan, Meclîsa Leşkerî ya Minbic, saziyên jinan û partiyê siyasî ve berdewam kir.
Di nava çalakiyê de li ser navê Tevgera Yekîtiya Jinên Ciwan Sîdna Hanûş dest bi axaftina xêrhatinê kir û bi daxuyaniya ku ji aliyê Fatima Mihemed ya ku li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê xwandiye dewam kir. Di nava daxuyaniyê de berxwedana jinan ya di her qadê de, moral û manewiyetên jinê yên ji bo 8’ê Adarê weke sembola serkeftinê hatin pênase kirin. Dawiyê de hemû şehîdên jin yên pêşeng weke Rojda, Koçerîn, Amara û bi sedan jinên din jî hatin bibîranîn, têkoşîna hemû jinan jî hate silav kirin û bang li bilindkirina têkoşînê kirin.
Piştî wê jî ji aliyê Tevgera Yekîtiya Jinên a herêma Firatê, pêşandana Pîskilêtan hate pêşkêş kirin. Herî dawî li ser navê Rêvebiriya Demoqratîk Îksar Ehmed axafî û di nava axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinan, ya ku îro bûye sembola şoreşên mezin.
.