ŞEHBA – Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Efrîn-Şehba ji bo 8’ê Adarê bi xebatên xwe yên werzîş derketin pêş.
Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê, ji bo pîrozbahiyên 8’ê Adarê bi çalakiyên werzîşê turnovayeke football li darxistin. Di nava barnameya xebatê ku jinên dabû destpêkirin de destêpêkê bi lîstina Football, piştre bi bazdan û lîstokên cur bi cur dewam kir.
Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Zîn Henan axafî û di nava axaftina xwe de bal kişand ser girêdanbûna jinên ciwan ya bi fikir û felsefeya Rêberê Gelan û bi wê yekê çawa xwe birêxistin bikin.
Jinên ciwan dan diyar kirin ku wê li dijî hemû sînorên ji bo jin hatine dayîn derbikevin, û wê li dijî wê xebateke vebijêrk çêbikin. Herî dawî çalakiyên xwe bi dîlanê dawî lê anîn.