HESEKÊ – Bi boneya Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar li tevahî Rojava û Bakur- Rojhilatê Sûriyê ve yekîtiya Jinên Ciwan ji bo bilindkirina deng û têkoşîna jinan di nava tevger û kolanan de ne.
Yekîtiya Jinên Ciwan ên kantona Hesekê bi barnemeyên taybet ji bo pêşwaziya 8’ê Adarê Roja Cîhanî ya jinan derketin pêş û ketin nava tevgerê de. Jinên ciwan wê bi xebat û planameyên cuda re, xeta xwe ya têkoşînê bilind bikin û bi germahiyeke mezin ber bi roja 8’ê Adarê ve bimeşin.
Ji ber vê jî îro li kantona Hesekê Yekîtiya Jinên Ciwan dest bi pasa gerok ya şanoyê kir. Armanca wan ji vê komxebatê ewe ku, ji tevahî civakê re ragihînin rewşa jin ya di roja me ya îro de çawa ye û vê rewşa çawa û di kîjan xetê de derbas bikin. Li ser vê bingehê îro şano ji Kampên Serêkaniyê de destpêkir û wê bi cihên din re dewam bike.
Endama Yekitiya Jinên Ciwan Leyla Hisên diyar kir ku şanoya bi navê “Viyan û Nûjiyan” li ser navê her du endamên Yekitiya Jinên Ciwan ku di 25’ê Kanûna sala borî de, tevî 4 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger di êrişeke dewleta Tirk a dagirker de li Kobanê şehîd bûne de ye. Destnîşan kir ku ev xebata wan weke diyarî ji bo şehîd Viyan û Nûjiyan e.
Herî dawî jinên ciwan dan diyar kirin ku wê bi roja dîrokî 8’ê Adarê re, tola şehîd Viyan û Nûjiyan ve rabikin û soza serketinên mezin dan. Bi moral û kêfxwaşiyeke mezin roja xwe ya yekemîn bi dawî kirin.