REQA – Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, çalakiyên jinên ciwan ên li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.
Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo bîranîna jinên li Reqayê hatin qetilkirin çalakiyek li dar xist. Jinên ciwan ji bo bîranîna jinên di dema dagirkeriya DAIŞ’ê de bi îşkence, destavêtin û keviran hatin qetilkirin, bi vêxistina mûm daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Daxuyaniya çapemeniyê ya jinên ciwan wiha ye;
“Em hemû şehîdên xwe yên di serkeftina me de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin.
Weke jinên ciwan ên Reqayê em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Rêber Apo, şehîdên azadiyê û tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Jin çavkaniya jiyanê û pişta civakê ye û di geşbûn û şoreşa civakan de xwedî roleke bi bandor e. Di hemû aliyên jiyana siyasî, leşkerî, çandî û civakî de roleke sereke dilîze. Ji ber vê yekê ji ber girîngî û pêwîstiya jinê divê pêşî li wan bê girtin. Ji ber ku jin bi nirx tê girtin û her aliyê jiyanê li ber wê vekiriye, wê hemû civak li ber xwe bide û bigihîje azadiya xwe.
Yên ku jinan di paş de dixin, nirxê wê yê mirovatiyê pûç dikin, hebûna wê ji nedîtî ve tên, hemû civakê dikin hedef. Di encama zîhniyeta zilamsalar a kapîtalîst de, jin di dîroka mirovahiyê de û di rastiya îroyîn de ji aliyê fizîkî û derûnî ve rastî şewitandin, destavêtin û kuştinê hatine, jin rastî neheqî, heqaret, destdirêjî û binpêkirina rûmeta xwe hatine. . Jin ji aliyê sermayedaran ve bûye mal û ji hemû mafên xwe bêpar hatiye hiştin. Jin tevî kuştin, girtin û îşkenceyê jî li dijî zîhniyeta paşverû û adetên kevneperest ên zilamê desthilatdar li ber xwe didin û têdikoşin. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo em dibînin ku jin di hemû qadên jiyana siyasî û leşkerî de xwe bi rêxistin dikin û di eniyên têkoşîn û şer de cih digirin. Jinên Bakurê Sûriyeyê ji rêya rizgariyê gav paşde neavêtin û li dijî her kesê ku dixwaze malbat, welat, ax û civaka wan bi dest bixe, di nava berxwedaneke leheng de cih girt. Di serî de lehengiya şehîdên jin her kes hîn kir ku heta bi hezaran jin canê xwe feda bikin bila nefikire ku ew ê xaka me ya azad dagir bikin.
Weke Yekîtiya Jinên Ciwan em soz didin ku em ê tola xwe ji vê çarçeweya reş ji her kesê ku destê wan di koletî û xisara jinan de hebe hilînin.”
Daxuyanî bi duruşmên Bijî Serok Apo ve bi dawî bû.