NAVENDA NÛÇEYAN – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Emran Emekçî ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2 û 22’ê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an karîbûn muwekîlê xwe bibînin. Ji 7’ê Tebaxa 2019’an û vir ve serlêdanên parêzeran hemû bêbersiv têne hiştin.
Herî dawî 25’ê Adarê bi rêya telefonê bi Rêber Abdullah Ocalan re axaftin hatibû kirin, lê ev axaftin jî nîvco hatibû hiştin.