HESEKÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Hesekê xebata ku ji bo 8’ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar dabûn destpêkirin, îro di roja xwe ya duyemîn de berdewam dikin.
Îro jî Yekîtiya Jinên Ciwan şanoya xwe ya gerok careke din di roja duyemîn de, li ser şîara “Bi ruhê Viyan û Nûjiyanan, emê têkoşîna xwe ya 8’ê Adarê bilind bikin” de, li dorhêla Sebbaxa ya Kantona Hesekê derketin pêş.
Jinên ciwan dan diyarkirin ku heya jin azad nebe, wê dev ji çalakiyên xwe bernedin.