HESEKÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan bi xebatên xwe yên komînal ên ku ji bo Roja Cîhanî ya Jinan plankiribûn, pê tevlî cejna Ermeniyan jî bûn.
Îro li kantona Hesekê Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo ku hêz û têkoşîna jinan, ji tevahî civakê re ragihînin, bi armanca îspatkirina hêza jin, tevlî cejna Ermeniyan bûn. Di nava planên ku Ermeniyan ji bo cejna xwe amade kiribûn de, rol û cihekî girîng ya jinên ciwan jî hebû. Jinên ciwan jî bi şano cihê xwe di nava vê cejnê de girtin û bi taybet jinên ciwan bi şanoya xwe bal kişandin ser rola jinê.
Di heman demê de li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan, endamê bi navê Adar Hemo axivî û di nava axaftinên xwe de bal kişand ser têkoşîna jinê ya li hember sîstema kapîtalîst û got; ” Li hember modernîteya kapîtalîst, ya ku her roj bêtir dixwaze, civakê û çanda wê ve bihelîne, û bi taybet polîtîkayên ku li hember jin bi rêbazeke cuda dide meşandin, em weke jinên ciwan têkoşîn dikin û ji helandina civak û çanda xwe re derfet nadin. Emê bi têkoşîna xwe re jî vê yekê bigihînin her kesî.”
Di dawiya de jinên ciwan dan destnîşan kirin ku 8’ê Adarê ne tenê rojek e, hemû rojên wan 8’ê Adarê ye. Bi siloganên “Bijî Serok Apo û Jin Jiyan Azadî” ve komxebata xwe bi dawî kirin û cejna Ermeniyan pîroz kirin.