HELEB – Pêşbirk li hola civînan a li aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûd hate lidarxistin. Bi dehan xwendekar û endamên Yekitiya Jinên Ciwan beşdarî pêşbirkê bûn.
Li hola pêşbirkê wêneyên şehîdan, wêneyên rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ala Yekitiya Jinên Ciwan hatin daleqandin.
Di destpêkê de yek ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan Maya Weqas axivî, Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinên cîhanê pîroz kir.
Maya Weqas wiha domand: “Jin di hemû aliyên jiyanî, civakî, leşkerî û siyasî de pêşeng e. Jin dikare parastina dîrok û çanda xwe bike. Ji ber jin îrade û berxwedan e.”
Maya Weqas di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê li hember zihniyeta desthilatdar û kesên ku dixwazin îradeya jina azad bişkînin, têbikoşin.”
Paşê mamosteyek ji Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn Ronahî Xelîl 8`ê Adarê li rêber Abdullah Ocalan û şehîdên azadiyê pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Em ê bi îrade û fikrên rêber Abdullah Ocalan bighêjin azadî û armancên xwe.”
Paşê pêşbirkê dest pê kir. 8 xwendekar ji asta amedahî tev li pêşbirkê bûn. Pirs li ser dîroka jin û Kurdistanê bûn. Her wiha 13 xwendekar ji asta navîn û amadehî beşdarî pêşbirka helbestan bûn.
Her wiha hunermend û endama Tevger Hîlala Zêrîn Hemrîn Bîrhat stran pêşkêş kir.
Di dawiyê de beşdarên pêşbirkê ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan û mamosteyê Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn û endama rêveber a Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Leyla Xalid ve hatin xelatkirin.