ŞEHBA – Xebatên Yekitiya Jinên Ciwan ên 8 ‘ê Adarê didomin. Li seranserê Rojavayê Kurdistanê pêşengtiya pîrozbahiyên 8’ê Adarê îsal Jinên Ciwan dikin.
Îro ji bo 8 ê adarê Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê, li goristana şehîda navçeya Ehrezê dar çandin.
Her wiha li ser navê jinên ciwan heval Fatima axiftin kir û 8 ê adarê bi bîranî û li tevahî jinan pîroz kir .
Jinên Ciwan diyar kirin ku ew çandina dara azadiyê diyarî jinên kedkar dikin .
Jinên Ciwan dehan darçandin û diyar kirin ku dê faaliyetên wan ên di derheqê 8’ê Adarê de bidomin.