NAVENDA NÛÇEYAN –
Aslan ASLAN nivîsand
Şerê ku niha di navbera Rûsya û Ukraynayê de dest pê kiriye, ne şerê li dijî Ukraynayê ye. Şerê esasî di navbera NATO û Rûsyayê de pêk tê. Şer li ser axa Ukraynayê ye û yên bûne sedema vî şerî hene. Emerîka ku serkêşa NATO´yê ye di heman demê de serkêşiyê ji şerê li Ukraynayê re jî dike. Ya dibe, li Ukrayna û xelkê wê dibe. Ji niha ve derdora milyonek kes ji axa xwe koçber bûne. Li gorî texmînan ev hejmar wê bighêje 8 milyonan û pêleke mezin a koçberiyê wê pêk were. NATO ya ku ji livûtevgera Rûsyayê aciz e, pêdivî bi şerekî wiha dît. Ji bo vê jî welatê Ukraynayê hilbijartin. Erda herî mezin a li Ewrûpayê, ew der e. Ji bo berjewendiyên xwe kirin qurban.
Niha jî her kes dibîne ka bê çawa Emerîka û Ewrûpa ji bo Ukraynayê seferber bûne. Yan jî li dijî Rûsyayê ketine nava tevgerê. Wekî ku ji berê de plankirî be, xuya dike. Bi carekê re hem welatê wan, hem jî çapemeniya wan ketin nava tevgerê. Yek zimanî bi kar tînin û bi milyonan kesî didin pey xwe. Çi bixwazin, wê bi xelkê didin qebûlkirin. Pirraniya welatan û çapemeniya wan li ser heman xetê weşanê dikin. Ew kê bixwazin wî dikin terorîst, kê bixwazin wî dikin dagirker. Lê çi ecêb e ku van welatan û çapemeniya wan, rojekê li dijî Erdogan tiştekî wilo nekir. Erdoganê ku li pêş çavê wan Efrîn dagir kir û hişt ku bi sed hezaran kes koçber bibin. Li Serêkaniyê, û Girê Spî jî heman tişt kir. Wekî din bajar û navçeyên Kurdan bi erdê re kirin yek. Ma gelo dema ku ev yek dibû, ew dewlet û çapemenî li ku bûn? Ji vê siyasetê, em fêm dikin ku yên dibin sedema vî şerî NATO û hevalbendên wê ne. Bila şaş neyê fêmkirin, ez nabêjim Rûsya bêguneh e. Ew jî ji bo berjewendiyên xwe dibe sedema vî şerî.
Emerîka û endamên NATO’yê li dijî Pûtîn şer dan destpêkirin. Di vî şerî de hêza Pûtîn diceribînin. Pûtîn jî dibîne ka kî dostê wî ye, kî dijminê wî ye. Şerê li Ukraynayê wê gelek hevsengiyan biguherîne û hevsengiyên nû jî çêke. Her welat û dewlet li pey berjewendiyên xwe ye. Li vê derê rewşa Tirkiyê balkêş e. Hem naxwaze xwe ji Rûsyayê qut bike û alîkariya Ukraynayê dike. Yanî dualî dilîze. Naxwaze dostaniya xwe ya bi Rûsan re xera bike. Hesabê sibê dike. Li ser erda Sûrî û Rojava gelek hesabên wan hene. Eger dûrî Rûsya bikeve wê ji Sûrî jî dûr bikeve. Lewma jî pir baş hesabê xwe dike.
Encama vî şerî wê qeyraneke mezin be. Şerê tê kirin, ne wekî şerê yekemîn û duyemîn ê cîhanê ye. Şerê teknîkî û aborî ye. Wê ji aliyê aborî ve qeyraneke mezin çêbe. Her kes wekî şerê sêyemîn ê cîhanê bi nav dike. Lê vî şerî ji zû ve dest pê kiriye û çend sal in jî dewam dike. Aloziya li Rojhilata Navîn parçeyekî vî şerî ye. Yên vî şerî bi rê ve dibin, dîsa welatên Ewrûpa û NATO´yê ne. Li gorî fikra min, ew ê wekî li Rojhilata Navîn nebe. Yanî Ewrûpa û Rûsya wê nebin meydana şer. Ew her tim şer dibin welatên xizan û feqîran. Lewma jî hezarê salan şer li Rojhilata Navîn bi dawî nebûye. Meseleya Ukrayna jî ji vir tê. Şer wê li ser axa wê were kirin û welat jî were valakirin. Di encamê de wê Ukraynî ji cih û warê xwe bibin. Wekî li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî. Mesele ji bo berjewendiyên çend şexsan e. Ew welatên li ber Rûsyayê radibin, esas piştevanê şer in. Bi vê yekê, Pûtîn sor dikin û hêza wî diceribînin.
Di vî şerî de hedefên Pûtîn û daxwazên NATO’yê ne girîng in. Ya girîng ew e ka çi wê bi serê Ukraynayê de were. Ew bajarê ku 130 komên etknîk û gelên cûda lê dijîn wê hilweşe. Wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî. Êdî tiştek nema dibe wekî berê. Ev yek planeke şerê mêtingeran e. Dixwazin di vî şerî de Pûtîn dorpêç bikin û wî qels bikin. Jixwe ji niha ve pirraniya wê kirine. Li qada navneteweyî teşhîr kirine. Yan Pûtîn wê teslîmî wan bibe, yanî bi ya wan bike, yan jî wê bibe sedema şerekî mezin. Di encamê de yê zerarê bibîne di serî de xelkê Ukraynayê û welatê wan e. Ji ber ku şerê tê kirin li ser axa Ukraynayê ye.
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA