RIHA – Nobeta Dadê ya malbata Şenyaşar ku di 9’ê Adarê de dayî destpêkirin di roja 362’an de didome. Ji ber ku şemî-yekşem e, malbat nobetê li malê digire.
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek weşandi. Di peyamê de hate gotin, ”9’ê Adarê salvegera pêşî ya Nobeta me ya Dadê ye. Li ser rûyê erdê ti bawerî zilmê qebûl nake. Dayikek ev salak e li ber deriyê Edliyaya Rihayê dibêje,”Ka dad? Ka dewleta hiqûqê?” Werin em bi hev re di salvegerê de bibêjin, ”Li Rİhayê bila dawî li hiqûqa xurtan were.”