REQA – Bi sedan jinên Reqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, Kombûna Jinan a Zenûbiya li Yarîgeha El-Eswed kom bûn, da ku tev li şahiya 8’ê Adarê bibin. Yarîgeh bi sembolên keleporên Kurd û Ereban hate xemilandin.
Destpêka bernameya çalakiyê berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Îtîmad El-Ehmed axivî û got: “Em vê rojê li tevahiya jinan pîroz dikin.”
Tê payîn li ser navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) axaftin were kirin.