DIHOK – Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundên herêma Berwarî bombebaran kir û gundek zaxo jî topbaran kir.
Balafirên şer yên dewleta Tirk dagirker gundên ser bi Herêma Berwarî ya ser bi Dihokê bombebaran kirin. Tê gotin 3 roje bi ser hev balafir gundên herêmê bombebaran dikin. Derbarê ziyanan de agahî nehate wergirtin.
Her îro artêşa Tirk a dagirker gundên navçeya Batûfa ya ser bi Zaxo jî topbaran kirin.. Lê heya niha ziyanên wê nehatine zanîn.