DÊRÎK – Yekitiya Jinên Ciwan îsal li Rojavayê Kurdistanê rojan pêş de dest bi çalakiyên 8’ê Adarê dike. Li seranserê Rojava de pêşengtiya Çalakiyên 8’ê Adarê îsal jî di pêşengtiya jinên Ciwan de pêk tê.
Îro jî li bajarê Dêrîkê ji bo pêşwazîkirina 8 Adarê Yekîtiya Jinên Ciwan koneke koçeran veda. Di kon de gelek alavên kevnar hatin pêşkêşkirin. Jinên ciwan û endamên kongra star beşdar bûn. Herî dawî wê ev çalakî bi gerandina govendê dê biqede.