NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a HDP’ê û rêxistinên jinan di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çalakî û şahî li dar xistin. Çalakî û şahiyên îro li Colemêrg, Amed, Wan, Riha, Êlih, Mêrdîn, Edene, Hatay, Konyayê û li gelek bajarên din hatin lidarxistin.
COLEMÊRG
Li navçeya Gevera Colemêrgê şahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin. Gelek jin beşdar bûn. Piştî axaftinan hunermend Berfîn Aktay û Ayfer Duzdaş konser dan. Piştî konserê şahî bi dawî bû.
AMED
Meclîsa Jinan a KESK’a Amedê jî bi boneya 8’ê Adarê çalakiya ajotina duçerxan li dar xistin. Jinên endamên KESK’ê li ber avahiya Egîtîm Senê ya Jimara 2’yan a Amedê ya li semta Dîclekentê kom bûn. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag jî beşdarî çalakiyê bû. Jin li Dîclekentê li duçerxên xwe siwar bûn û li nava bajêr geriyan.
Di şahî û çalakiyan de jinan peyama mezinkirina berxwedan û têkoşîna li dijî pergala serdestan a zilaman da û hat destnîşankirin ku jin bi coş û kelecanek mezin dê roja 8’ê Adarê pêşwazî bikin.