MEXMÛR – Jinên Ciwan li her derê pêşengtiyê çalakiyên 8’ê Adarê dikin. Îsal li Mexmûrê jî dîsa çalakiyên 8’ê Adarê di pêşengtiya Jinên Ciwan de tên kirin. Îro bi heman armancê TJCM’ê li Mexmûrê nevçeya Musilê bi starta pirozbahîya 8’ê Adarê belavok belav kirin û 8’ê Adarê li jinên Mexmûrê piroz kirin.
Îro danê siharê saet 09:30’an Tevgera Jinên Ciwan Mexmûrê (TJCM) li Mexmûra navçeya Musilê, bi kelecanîyekî xurt ji bo bi hişmendî kirina jinên mexmûr bi sitarta pirozbahîyên 8’ê Adarê belavokên derbarê roja 8’ê Adarê de hatin belav kirin.
Jinên Ciwan di heman demê de helbesta Rêberê Gelan Abdulah Ocalan, ya ji bo jinan diyarî kiribu bi zimanê erebî û soranî hat belavkirin. Ji bo vê çalakiyê teybet jin û gelê Mexmûr eleqeyek mezin nîşan dan.