RIHA – Malbata Şenyaşar çalakiya Nobeta Dadê ku 9’ê Adara 2021’an dayî destpêkirin li mala xwe ya Pirsûsê didomîne.
Nobeta Dadê 9’ê Adarê sala pêşî li pey xwe dihêle. Malbata Şenyaşar bi vê wesîleyê li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyama vîdeoyê par ve kir.
Di vîdeoyê de têkilî çalakiya nobetê ku ev salek e didome û êrîşa li ser malbatê ya sala 2018’an hin dîmen hene.
Di videoyê de ev peyam cih digire: ”Dema me nobeda xwe li vir da destpêkirin, em du kes bûn. Îro doza me veguheriye doza raya giştî. Roja çarşemê di 9’ê mAdarê de hûn jî werin rojek bi me re Nobeda Edaletê bigirin. Nobeda me dibe dîrokî. Em her kesê ku dixwaze şahidiya dîrokê bike vedixwînin ber avahiya edliyê.”
Her wiha malbatê li ser videoyê jî vê twîtê belav kir: “Hewara dayika li ber deriyê Edliya Rihayê tevahiya dinyayê bihîst. Heta edalet neyê, girîngiyê nedin mafê mirovan, aborî baş nabe, rojên xwe wê neyên. Nifirê bi hezaran însan hene.”