KOBANÊ – Li Kobanê bi dûrişmeya “Emê erd û şoreşa xwe biparêzin” de ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwanan ve şahî hat li darxistin.
Li seranserî Rojavayê Kurdistanê, bi nêzmayîna 8’ê Adarê re, çalakiyên cur bi cur berdewamin. Di heman demê de, îro jî li bajarê Kobanê ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve şahiyeke girseyî, ku beşdarvanên wê ji sazî, berpirsên qadan û gel ve pêkdihat, hate li darxistin. Di nava sîstema şahiyê de xebatên weke; Şano, helbest û stran derketin pêş. Jinên Ciwan di bin dirûşmeya “Emê erd û şoreşa xwe biparêzin” de hatin gel hev û bi coşeke mezin şahiya xwe bi dawî kirin.
Di dawiyê de jinên ciwan dan diyar kirin ku wê di hemû roj û kêliyên xwe ve bikin 8’ê Adarê.
Her wiha li Şehbayê jî çalakiyeke bi heman şêwazê hate li darxistin. li wê derê jî jinên ciwan bi rengê xwe yê cuda tevlî vê şahiyê bûn.