TEPQA – Yekîtiya Jinên Ciwan li her derê bi minasebeta Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar, çalakî û xebatên cuda û cihêreng bi pêşxistin e.
Di heman demê de îro jî, li herêma Tepqayê ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve, bi hatina 8’ê Adarê re, jinên ku cihên xwe di saziyên sivîl û leşkerî de digrin hatin xelat kirin, diyarî ji wan re hate pêşkêş kirin. Wêneyên şehîdên pêşeng yên Yekîtiya Jinên Ciwan weke şehîd Viyan û Nûjiyan ve ji wan re hate diyarî kirin û bi vê yekê re şehîdên pêşeng bibîranîn, û cejna wan pîroz kirin.
Jinên ciwan dan diyarkirin ku wê 8’ê Adarê, bikin roja tolhildana şehîd Viyan, Nûjiyan û tevahî şehîdan ve.