HEWLÊR – Li Hewlêrê wê sibe xwendekarên zanîngeh û peymangehan dest bi boykota dewamê bikin û li ber Wezareta Xwendina Bilind dest bi xwepêşandanê bikin.
Xwendekarên zanîngeh û peymangehên Hewlêrê bi daxuyaniyê ragihandin ku dema borî ji wan re hatiye gotin ku wê mesrefa wan a xwendinê were dayîn û bûdce ji bo wan were veqetandin, lê heta niha li Hewlêrê ev biryar pêk nehatiye û gotin ku ji bo wergirtina vî mafê xwe yên rewa bêhêvî bûne.
Xwendekarên zanîngeh û peymangehên Hewlêrê ragihandin ku wê sibe dewamê boykot bikin û li ser Wezareta Xwendina Bilind dest bi xwepêşandanê bikin.