HESEKÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan ên kantona Hesekê, şanoya xwe ya gerok ên ku ji bo pêşwaziya 8’ê Adarê li darxistibûn, heya niha bi moral û coşeke mezin ve berdewam dikin.
Îro jî dîsa çalakiyên xwe yên cihêreng ya şanoya gerok ku di roja çaremîn de ye, gihîştin Til Bêder û Kampa Weşokanî. Li vê derê jinên ciwan bi coşeke mezin şanoya xwe pêşkêş kirin, bi tevlîbûna hejmareke ji jinên ciwan, ciwan û gel ve şanoya xwe bi balkişandina ser pêşengên weke Viyan, Amara û Nûjiyanan ve, pêşkêş kirin.
Bi dawîkirina pêşkêşkirina şano re jinên ciwan bi tevlî beşdarvanan dîlen girtin û bi vê awayî çalakiya xwe bi dawî kirin. Herî dawî jî jinên ciwan dan diyarkirin ku wê ji bo pêşeroj û jiyanek azad ve hertim têkoşîn bikin. Bi siloganên “Bijî Serok Apo û Jin Jiyan Azadî” çalakî bi dawî bû.