HELEB – Yekîtiya Jinên Ciwan ên Helebê bi boneya Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar 8’ê Adarê şahiyek li darxistin.
Îro li Helebê Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar şahiyek li darxistin, şahiya jinên ciwan bi deqeyeke rêzgirtin destpêkir. Ji aliyê kongra-Star, PYD’ê û gel ve başdariya ji şahiyê re çêbû. Di heman demê de li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Hêva Bekir, li ser navê Kongra-Star Emîne Xidir û li ser navê PYD’ê Eyşe Hiso axivîn. Di nava axaftinên xwe de bal kişandin ser fikir û felsefeya Rêberê Gelan ya ku îro jin di her qadê de kiriye pêşeng. Her wiha di nava axaftinan de hat diyar kirin ku wê jinên kurd hemû rojên xwe bikin roja mezin ya têkoşîn û berxwedanê ve.
Di nava bernameya şahiyê de xebatên weke stran, şano û govend ve derketin pêş. Ji aliyê Koma Stranan ya şehîd Viyan û ya girêdayî Kevana Zêrîn, koma govendê ya şehîd Nûjiyan û koma şano ya şehîd Rojîn ve , şahiyê heya dawiyê xwe domand.