Dîrok 8’ê Adara 1857’an bû. Zêdetirî 40 hezar jinan li sazgeha cawkarîyê mafên xwe dixwestin û bajar dinalandin û diqêriyan; Em dixwazin di baştir şert û mercan de bixebitin. Belê, tu desthilat tehemil nake ku yek jina ku ji bo maf û azadiya xwe li rûyê wan dîqire, jiyan bike. Hişmendiya bavkanî we rojê jareke din ji qetil bike, tune bike û bêdeng bike êrîşî jinê kir.
Jin di sazgehê de hatin qufilandin. Qufilandina ku hezar sal e rewayî jinê tê dîtin wê rojê careke din hatin pêxistin. Belê, wê rojê di navenda New yorkê de qêrînên jinan ên ku êşa hezar salan di dil de neqişandin tevli duxana ji sazgehê derdiket dibûn. Qêrînên jinên ku di destpêka dîrokê de rastî mehkûnê tunekirinê hatin kirin bilind dibû. Lê, jinan ji bîr nekir, dîrokê ji bîr nekir…
Qêrînên jinan ên ku wê rojê bilind dibûn, berxwedana wan; piştî salan dibûn sedema berxwedana jinên ku kevneşopiya wan didomînin. Ew qêrîn dibû dengê hêrs,berxwedan, raperîn û şikandina qeydan.ji her derê dengê qeydên ku dişikên tê.Jin êdî li her derê li rûyê dijminê xwe ji bo azadiya xwe diqêrin.
Belê, hişmendiya baviksalarî careke din li Garê,Zap,Avaşîn û Metîna êrîş dike û dixwaze jinan biqefilîne û zindî bişewitîne. Lê belê, qêrînên jinên ku di sazgehê de dorpêçkirî manbû ji şewitandina zindî re hatin terikandin vediguherê lîlana berxwedanê ya jinên ku li Zap,Avaşîn û Metina stranên azadiyê dibêjin.
Vegotina jinên ku pêşengtiya berxwedana bêhempa ya ku ji Zap, Avaşîn, Metîna ve qadên Parastina Medyayê belavî cihanê bûye, encax bi gotinên Serok Apo gengaz e.
Serok APO di peyama xwe ya 8ê Adarê de ji jinan û cihanê re ev digotin: Jiyana azad a nû ya ku Jinên lêgerînerên azadiyê yên îdeolojiya rizgariya jinê ji xwe re bingeh digirin, dê biafirînin wê bibe mîsogeriya cihaneke ku wê karibe hemu xweşiyan bide mirovan.