WAN – Li Wanê di pêeşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bi dirûşma “Dem dema azadiya jinê ye” mîtînga 8’ê Adarê dest pê kir. Qada mîtînga ku li Parka Aştiyê ya Musa Anter e ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkriin û jinên beriya ku bikevin qadê li ser wan lêgerîn hat kirin. Jinên ku barîkat derbas kirin bi rengên xwe yên kesk, sor û zer ketin qadê û dest bi govendê kirin.
Li qada mîtîngê pankarteke mezin ya bi dirûşma “Dem dema azadiya jinê ye hat daliqandin” û lolîpopên bi dirûşmên ” Zimanê me hebûna me ye”, “Denîz Poyraz serhildana me ye”, “Ne li jinê li dijî tundiyê destên xwe rakirin” hatin bilindkirin. Coşa jinan a li qadê bi dirûşma “Dem dema azadiya jinê ye” berdewam dike.