AMED – Li Amedê meşa jinan a ber bi Qada Îstasyonê ku Mîtînga 8’ê Adarê lê tê lidarxistin berdewame. Li qada ku coşa wê her diçe zêde dibe, bi pankart û dirûşman balê tê kişandin ser rewşa girtiyên nexweş siyasetmedara kurd Aysel Tugluk û berxwedana jinan.
Ji bo tevlibûn Mîtînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya ku li Qda Îstasyonê ya Ofîsa Amedê di pêşengiya Platforma Jinan a Dîlcel Firatê (DAKAP) de tê lidarixistin meşa jinan a ber bi qadê ve berdewam dike. Bi derbasbûna jinan a qadê re coş û kelecana li qadê zêde bû.
Li qada mîtîngê pankartên bi dirûşmên, “Ji girtiyên nexweş re azadî”, “Dem dema azadiya jinê ye”, “Ji Aysel Tugluk re azadî”, “Ez kurd im perwerdehiya bi kurdî dixwazim”, “Zimanê me rûmeta me ye” , “Divê kurdî bibe zimanê fermî” û “Jin jiyan azadî” hatin daliqandin. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên kurdî hatin qadê flamayên li ser wan “Jin jiyan azadî” rakirin.
Jinên ku bi kortejên cuda cuda li gel astengiya polîsan ketin qadê dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Gritiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin. Heriwha strana Hunermedn Sezen Aksu ku di demeke nêz de bibû hedefa îqtîdarê jî lêda û jinan jî li çepêkan da.